Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serlêdanên nû kirin.

Ji bo dîtina Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê serlêdanên nû hatin kirin ku ev 38 meh in tu agahî Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmralıyê nayê standin.

Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha Alî Konar ê birayê Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê  birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiva serlêdanên ji bo hevdîtinê nayê dayin û hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê lê hatiye birîn û vê yekê weke hincet nîşan didin.

Li gorî Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê;

-Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û heya niha di navbera Gulan û Tebaxa 2019'an de bes 5 hevdîtinên parêzeran pêk hatiye ku ji van 5 hevdîtinan a dawiyê jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de pêk hatiye.

-Ji sala 2014’an û heya niha bes 5 hevdîtinên malbatî pêk hatiye.

- Hevdîtina rû bi rû ya herî dawiyê jî di 3’yê Adara 2020’an de li gel birayê wî pêk hatiye.

-Ji roja ewil heya niha bes 2 caran bi rêya telefonê hevdîtin pêk hatiye. (27’ê Nîsana 2020’an û 25’ê Adara 2021’an) 

-Hevdîtina bi rêya telefonê ya herî dawiyê ku di  25’ê Adara 2021’an de pêk hatiye û piştî axaftineke pir kurt telefon hatiye qutkirin û ji wê demê heya niha tu agahî jê nayê standin.