Li Îranê hilbijêr ji bo tûra duyemîn deng didin

Ji bo tûra duyemîn a Hilbijartinên Parlamenta Îranê yên serdema 12'emîn, li 22 herêmên hilbijartinê dengdanê destpê kir. Li welêt, li 8 bajaran, tevî Tehranê dengdana elektronîk tê kirin.

Dengdan bi dema herêmî ji saet 08:00 û pê ve li 11 hezar û 500 navendên dengdanê destpê kir. Di hilbijartinên 1'ê Adarê de ji bo 45 kursiyên ji tûra duyemîn re man 90 namzet li ber xwe didin.

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Hamaney dengê xwe li salona li Suyeniye ya Îmam hûmeynî ya li Tehranê bi rengekî elektronîk bi kar anî.

Di tûra destpêkê de rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41 bû. Boykot û xemsariya li dengdanê mohra xwe li hilbijartinê xistibû. Di hilbijartinên parlamenteriyê de ji bo 290 kursiyên li parlamentê 245 namzetan mafê çûyîna Meclîsê bi dest xistibûn. Di tûra duyemîn de jî pêşbirka ji bo 45 kursiyan dewam dike.