ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bi wêneyan Reqaya Berê a azad bûyî
Bi rizgar kirina taxên El Dîriye û Reqaya Berê ya Reqqayê re pêngavek mezin hat avêtin. Taxa Reqa ya Berê ku bi mehan e şer û pevçûn lê didomin, bi wêneyên xwe ketin ber objektîfên me. -
Fermandarê YPG’ê Hemo: Em ê ti êrîşê bê bersiv nehêlin
Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got, ‘’e mê ti êrîşê bê bersiv nehêlin’ û bang li Rûsyayê kir li şûna ku bibe çavdêr li dijî êrîşan bila bibe xwedî helwest. -
Roja 88’an li Reqayê: Li du taxan şer giran e
Li taxên Mîrur û El Emîn yên Reqayê şêr giran bûye. Di şerê her du taxan de 9 çete hatin kuştin. -
Şervanên QSD'ê: Têkoşîna me wê bibe wesîleya aştiya cîhanê
Şervanên YPG, YPJ û QSD'ê diyar kirin ji bo têkoşîna mirovahiyê û yekîtiya gelan têdikoşin û gotin pêngava Reqayê her wiha wê bibe zemîna aştiya cîhanê jî. -
Cejn li Reqayê hate pîrozkirin
Şervanên QSD'ê, ku 18 taxên Reqayê rizgar kirine, cejna gel pîroz kirin û şekir dan zarokan. -
YAT'ê li Tebqayê pêşî li komkujiyê girt
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên YPG'ê, li navçeya Cirniyê ya bajarê Tebqayê, çeteyekî DAIŞ'ê yê ku ji bo komkujiyê bike bombe amade kiribû, berî biteqîne zevt kirin. -
QSD'ê cejn pîroz kir: 2 taxên din ên Reqayê hatin rizgarkirin
Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed rizgarkirina 2 taxên Reqayê ragihand û got, "Bi ruhê fermandar Şevîn, Xerîb Welat û Ebû Emced ên qehreman, em ê têkoşîna xwe heta azadiyê bidomînin." -
YPG: Artêşa Tirk 1 jê bi giranî 7 sivîl birîndar kirin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bîlançoya heftiyekê ya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ragihand û got di encama êrîşan de li Efrînê 1 jê giranî 7 sivîl hatine birîndarkirin. -
Şer li 2 taxên Reqayê giran e: 19 çete hatin kuştin
Li taxên Diriyê û Mirur ên Reqayê, ji duh bi şev ve şerekî dijwar diqewime. Li van her du taxan 19 çete hatin kuştin. -
Gundiyên Um Hoşê serî natewînin
Şêniyên Ereb ên gundê Um Hoşê, ku ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bûne dibêjin, "Vê carê jî Tirkiyeyê êrîş kir. Çi dikin bila bikin, em ê gundê xwe neterikînin." -
Cenazeyê Fermandar Ebû Emced bi merasîmeke heybet hate veşartin
Cenazeyên Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced û 3 şervanan bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin. -
Merasîma cenazeyê Fermandar Ebû Emced destpê dike
Cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmeke heybet tê veşartin. -
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên Şera didomin
Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên navçeya Şera ya Kantona Efrînê bombe dike. -
Pêngava Reqa: Avahiya Nexweşxaneyê hate rizgarkirin
Li Reqayê avahiya Nexweşxaneya Zarokan hate rizgarkirin, 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin -
Cenazeyê Fermandar Ebû Emced ber bi Minbicê ve hat birêkirin
Karwanê merasîma cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ji bajarê Kobanê ber bi warê wî Mibincê ve hate birêkirin. -
3 şehîdên Reqayê li Girê Spî hatin veşartin
3 şervanên QSD'ê yên ku di Pêngava Reqayê de şehîd bûn, li kantona Girê Spî, li gundê Tenhûzê, li Goristana Mehmûd Teme hatin veşartin. -
Çîroka 3 birayên şervan: Dilşewat in, lê serbilind in
Em li Şahbayê li mala şervanekî Cephet El Ekrad rastî 2 birayên şervan Azad û Serxwebûn tên. Em li wir dibihîzin ku birayê wan ê 3. Baran li Reqayê şehîd bûye û li Kobanê hatiye veşartin. Li vê malê dîroka serfirazî û xemgîniyê bi hevre hatiye ristin. -
Cenazeyên 9 şehîdan li Keramê hatin veşartin
Cenazeyên 9 şervanên YPG û QSD'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê Keramê yê Reqayê hatin veşartin. -
Dewleta Tirk ji duh bi şev ve êrîşî Şehbayê dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji duh bi şev û vir ve bi rengekî bê navber êrîşî kantona Şehbayê dikin. Ji ber êrîşê gelek xaniyên sivîlan xera bûn. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Til Hemîs ê li Reqayê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin. -
YPG'ê: Em ê bi ruh û fedakariya Ebû Emced Reqayê rizgar bikin
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li ser şehadeta Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku wê bi ruh û fedakariya Ebû Emced têkoşîna xwe bidomînin. -
35 sivîlên din li Reqayê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de 35 sivîlên din ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Di nav de jin û zarok jî hene. -
Operasyona Reqayê: Gelek cih hatin rizgarkirin
Li taxên Diriyê û Mirur ên Reqayê şerekî giran diqewime. Ji duh ve gelek cih hatine rizgarkirin. -
'Çiqas zêde demokrasî ewqas kêm dewlet'
Rêvebera Akademiya Kongreya Star Arjîn Amed têkildarî mijara Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê got: "Hilbijartin û avakirina Federasyona Bakurê Suriyê, hem ji bo Sûriyê hem ji bo gelên Rojhilata Navîn garantiya azadî û jiyana aram e." -
Li Hesekê cenazeyê Botan û Jiyan hatin veşartin
Cenazeyên şervanên YPG’ê Şehîd Botan û Şehîd Jiyan, li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.