'Çiqas zêde demokrasî ewqas kêm dewlet'

Rêvebera Akademiya Kongreya Star Arjîn Amed têkildarî mijara Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê got: "Hilbijartin û avakirina Federasyona Bakurê Suriyê, hem ji bo Sûriyê hem ji bo gelên Rojhilata Navîn garantiya azadî û jiyana aram e."

Hibijartinên Pergala Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ji hevserokên komînan wê dest pê bike. Rêveberiya Akademiya Kongreya Star a Kantona Kobanê Arjîn Amed pergala federasyona demokratîk û girîngiya wê nirxand. Arjîn Amed diyar kir ku federasyon hemû netewe û baweriyan di nava xwe de dihewîne û dibe çareseriya herî guncaw ji tevahî pirsgirêkên civakê re.
 
'LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ ŞERÊ CÎHANÊ YÊ SÊYEMÎN DEST PÊ KIRIYE'

Amed anî ziman, ku li ser xaka rojavayê Kurdistanê şerê cîhanê yê sêyemîn hatiye destpêkirin û wiha got: "Di nava vî şerê cîhanê de hemû hêzên dagirker û netewe-dewlet cihê xwe digirin. Lê, di nava pergala Sûriyeyê de aloziyek rû daye û di vê aloziyê de Kurdên Rojava û rêwiyên çar aliyên Kurdistanê ji bo azadiya xwe weke firsendekê girtin dest û ev alozî vegerandin azadiya jiyana xwe û pergala xwe. Ji bo şoreşa Rojava hemû ciwan û lehengên keç û xort bi ruhê seferberî tevlî şerê azadiyê bûn û canê xwe feda kirin. Gelê Kurd di nava şoreşa azadiyê de pergala xwe dane avakirin û niha xwe bi xwe rê ve dibin, biryarên xwe pêk tînin û jiyana azad didin avakirin. Ji parastinê bigrin heya aborî, siyaset, dîplomasî, ragihandin, çand û huner, perwerde, edaleta civakî û komîn-meclîsan, di nava civakê de pergaleke xwezayî û demokratîk tê înşakirin. Ev sîstema ku tê avakirin, bingeha Neteweya Demokratîk dide diyarkirin. Bi vî rengî avakirina Neteweya Demokratîk jî di heman demê de  bingeha Şaristaniya Demokratîk dide nîşandan. Lê di roja me ya îro de her çiqas pergaleke azad û wekhev bê avakirin jî, ji bo guhertin û veguhertina hişmendiya civakê, di heman demê de ji bo guhertina pergalên netewe-dewlet divê têkiliyên dîplomatîk û lihevkirinê wek sîstemek bê meşandin da ku di navbera hêzên demokratîk û hêzên navneteweyî de nasnameya statûya xwe bide xuyakirin û bide naskirin."
 
'DI ŞOREŞA ROJAVA DE PERGALA JIYANA KOMÎNAL HATIYE AVAKIRIN'

Arjîn Amed da zanîn ku di şoreşa Rojava de pergala Xweseriya Demokratîk ev şeş sal in tê meşandin û wiha got: "Ev şeş sal in pergala Xweseriya Demokratîk di nava civakê de hişmendiya jiyana komînal, demokratîk û wekhev dide avakirin û ji aliyê gel ve tê rêvebirin. Xweseriya Demokratîk di navbera civakê û hêzên netewe-dewlet de rolê demokrasî, azadî û wekheviyê dileyîze û pêk tîne. Xweseriya Demokratîk hişmendiya civakê ber bi demokrasiyê ve dibe da ku rola dewlet û desthilatdariyê bicûktir bike. Çiqas zêde demokrasî ewqas kêm dewlet dirûşmeya Xweseriya Demokratîke, ji ber ku pêwîstiya civakê bi dewletê tuneye, berovajî vê yekê dewlet bê civak nikare hebûna xwe dewam bike."
 
'AVAKIRINA PERGALA FEDERASYONA DEMOKRATÎK JI BO ME PÊDIVIYEK E'

Arjîn Amed anî ziman ku pêwîstiya wan bi avakirina pergaleke nû ji bo ku nûnertiya tevahî pêkhate û neteweyan bike heye û wiha pê de çû: "Avakirina Federasyona Sûriya Demokratîk wek pêwîstî û îhtiyacekê ji bo herêm û civakê derdikeve pêşberî me. Avakirina vê pergalê di heman demê de azadî û çareseriya aloziya Sûriyê jî wê bi xwe re bîne. Cara yekemîn e ku gelê kurd û neteweyên heremê zagonên xwe bi xwe diyar dikin û ji bo xebatên serjimariyê jî xebatê didin meşandin. Ji bo têkiliyên dîplomatîk jî gelek hevdîtin jî dane meşandin, danasîna vê sîstemê bi hemû civak û netewên heremê re jî hatiye parvekirin. Federalî nûnertiya tevahî pêkhateyên herêmê dike wekî pêkhateya Kurd, Ereb, Sûryanî, Aşûrî, Çerkez û Turkmenan dike. Ji nasname, çand, ziman û baweriyan din re bi rêzdarî nêz dibe û li dijî nêzîkatiyên netewperest derdikeve. Hemû pratîkên hatine rêzkirin jiyana azad, demokratîk û wekheviyê îfade dike. Bi vê mijarê ve girêdayî pergala hevserokatiyê jî esas digre û di nava zagonên xwe de dane bicihkirin. Ev nêzîkatiya cinsiyetparêziya civakî ji holê radike û azadiya jinê bi awayekî cidî digre dest. Her pêkhate û nûnerên netew û civaka herêmê rêgeza azadiya jinê dipejirîne û di pratîkê de jî pêktîne."
 
'WÊ TÊKOŞÎN Û BERXWEDANA GELÊ KURD ROJHILATA NAVÎN BIGUHERÎNE'

Amed herî dawiyê da zanîn ku tevî xebatên hilbijartinan gelê Kurd û têkoşîna azadiya hêzên demokratîk di şoreşa Rojava de li hemberî hêzên dagirker û emperyalîst hêza xwe kirine yek û ji bo avakirina şaristaniya demokratîk li ser xaka Rojhilata Navîn têkoşîneke bê hempa didin meşandin û wiha got: "Hilbijartin û avakirina Federasyona Bakurê Suriyê, hem ji bo Sûriyê hem ji bo gelên Rojhilata Navîn garantiya azadî û jiyana aram e. Xilasî û çareseriya hemû Rojhilata Navîn bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd ve diyar dibe û hevsengiya hemû siyaset û ya cîhanê dikare biguherîne û aliyê polîtîkayên cîhanê jî diyar bikin. Ev yek jî bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo ve derkete holê û îro siyaset, berxwedanî û têkoşîna gelê Kurd û tevgera azadiyê bi hemû cîhanê re da nasîn. Fikir û ramanên Rêber Apo rastî û heqîqeta azadiya civakîbûnê radixe ber çavan. Xweseriya Demokratîk, Neteweya Demokratîk, federasyonên herêmê û welat û Şaristaniya Demokratîk; bingeha xwe ji fikir, raman, felsefe û nêrîna  Rêber Apo digre."