Operasyona Reqayê: Gelek cih hatin rizgarkirin

Li taxên Diriyê û Mirur ên Reqayê şerekî giran diqewime. Ji duh ve gelek cih hatine rizgarkirin.

Di çarçoveya Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) her bi pêş ve diçin. Li taxa Diriyê ya li rojavayê Reqayê şervanên QSD'ê Mizgefta Sefa û Enwar El-Qidis û Dibistana Xalid Bin Welîd ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar, kirin.

Li taxa Mirurê, ku li aliyê rojavayê Reqayê ye, şervanên  QSD'ê bi pêş ve çûn û Dibistana Uqbe Bin Nafi û Mizgefta  El-Rehma ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar, kirin.

Li her du taxên navborî şerekî dijwar diqewime. Der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyeke zelal bi dest neket.