ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Deriyê herî mezin ê DAIŞ'ê hat girtin
Operasyona Cenga Mezin a ku QSD'ê li Reqayê daye destpêkirin di roja 93'an de berdewam dike. Şervanên QSD'ê ku heta niha 16 tax ji DAIŞ'ê rizgar kirin, Deriyê Bexdê yê Reqaya Berê li DAIŞ'ê girt. Bi vî rengî deriyê herî mezin li DAIŞ'ê hate girtin. -
Welatiyên Reqayê 3 şehîdên xwe spart axê
Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundên wê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, bi merasîmekê li goristana şehîdan a bajarê Reqayê veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Qamişlo li Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Ebûdî Hiso (Cebel Qamişlo) yê roja 1'ê Îlonê di Pêngava Rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû li goristana şehîd Raxib Etiya hate veşartin. -
Dest ji pêşmergetiya PDK'ê berda û tevlî YPG'ê bû
Niştiman Kurdistan ku dest ji pêşmergetiya PDK'ê berda û tevlî nava YPG'ê bû, li Reqayê şerê DAIŞ'ê dike. Kurdistan got, "Em hatin li vir dawî li DAIŞ’ê bînin. Me piraniya bajar paqij kir. Em ê van rojan mizgîniya azadiya Reqa bi gel re parve bikin." -
Pêngava rizgarkirina Reqayê: Avahiya nifûsê hate paqijkirin
Li taxa Mirûr a Reqayê şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê avahiya nifûsê ya li vê derê ji çeteyan paqij kirin û xwe nêzî avahiya edliyeyê kirin. Di şer de 47 çete hatin kuştin. -
Pêngava Reqa: 31 çete hatin kuştin
Di şerê dijwar ên li taxên Mensûra, Sekenê û Emînê qewimî de, 3 êrîşên xwekuj ên çeteyan hate şikandin, 31 çete hatin kuştin. -
Nasnameya şervanekî Sotoro hate eşkerekirin
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sotoro nasnameya şervanekî xwe yê ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, eşkere kir. -
Şer li Reqayê giran e; bi sedan mayin hatin teqandin
Li taxa El Emîn a li navenda bajarê Reqayê şerekî dijwar diqewime. Şervanên QSD'ê di nava du rojan de 250 mayinên çeteyan îmha kirin. -
Cenazeyên 2 şehîdan li Tirbespiyê hatin veşartin
Cenazeyên cangoriyên têkoşîna azadiyê Seyîd Riza û Ebû Şilaş, li Tirbesiyê bi merasîmeke girseyî hatin veşartin. -
Cenazeyên şehîd Ebû Şilaş û Seyid Riza hatin veşartin
Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyên şervanên YPG’ê Seyid Riza û Ebû Şilaş li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin. -
Pêngava Reqa: 13 çete hatin kuştin, cebilxaneyek hate desteserkirin
Di şerê li taxa Mrûr qewimî de 13 çete hatin kuştin, rêjeyek zêde cek û cibilxane jî hat desteserkirin. -
Cenazeyê 2 şehîdan li Efrînê hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyên şervanê YPG’ê Elî Şêr û Egîd Amed ku di berxwedana li hemberî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk de şehîd bibûn, bi merasîmekê veşartin. -
YPG’ê nasnameya 8 şehîdan eşkere kir
Navenda Çapemeniya YPG’ê, nasnameya 8 şervanên ku li Reqa, Şedad û Efrînê şehîd ketine şekere kir. -
Gelê Şedadê 2 şehîdên xwe veşart
Gelê Şedadê du şervanên ku li Ebû Xeşebê şehîd bûbûn, veşart. -
Koma 'Mertala Firatê' tevlî nava refên QSD'ê bû!
Yek ji komên di nava operasyona 'Mertala Firatê' de cih girt Lîwa El Şîmal, tevî çekên xwe li nava refên QSD'ê tevlî operasyona Reqayê bû. -
YPJ'ê ala xwe tam li navenda Reqayê çikand
Şervanên jin ên YPJ'î, ku yek ji hêzên pêşeng ên operasyona rizgarkirina Reqayê ne, ala xwe li navenda Reqayê çikandin. Li navenda Reqayê êdî ala YPJ'ê li ba ye. -
Şerê li Reqayê: 13 çete hatin kuştin, 10 sîvîl hatin rizgarkirin
Li taxa El-Emîn a navenda bajarê Reqayê şerên giran rû didin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê li heman taxê 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin. -
Dengvedana dengê Rozerînê
Heyvê şewq dida û kolan ronî dikir. Klama Rozerînê li bajêr deng vedida. Diviyabû dengê wê ne tenê li Reqayê bima, diviyabû li tevahiya Kurdistanê bihata bihîstin. -
Yûsif: Pêşniyara me, pevretiya ji dil e
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Yûsif: Netewe dewletan îflas kirine. Eger em dixwazin gel bi hev re bin, hingî rêyek li pêşiya me: Pevretiya ji dil. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Serhed hate veşartin
Welatiyên Serêkaniyê cenazeyê şervanê YPG'ê Serhed Serêkaniyê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin. -
Pêngava Reqa: 17 çete hatin kuştin, 9 sivîl hatin rizgarkirin
Li eniya rojhilatê bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer rû da. Di encama şer de 17 çete hatin kuştin û 9 sivîl hatin rizgarkirin. -
YPG'ê bîlançoya şerê meha Tebaxê eşkere kir
YPG'ê bi daxuyaniyekê ragihandin, ku meha Tebaxê li Reqayê di şer de 1244 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. YPG'ê diyar kir, meha Tebaxê li Reqayê zêdeyî 2 hezar sivîl hatin rizgarkirin. Li herêma Şehba û Efrînê jî 6 çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin. -
Li Bakurê Sûriyeyê qenaleke nû ya TV vebû: Elyewm
Li Bakurê Sûriyeyê, qenaleke nû ya televîzyonê dest bi weşanê kir, ku bi zimanê Erebî weşana xwe dike. -
Rewşa dawî ya Reqayê: 14 tax hatin paqijkirin, 9 tax mane!
Di çarçoveya operasyona Reqayê de, ku sê meh li pey xwe hişt, 14 ji 23 taxan hatin rizgarkirin. 65 ji sedî yê bajêr ji aliyê hêzên QSD'ê ve hatiye kontrolkirin. Ji fermandarên operasyonê Clara Reqa got, bajar di kontrola wan de ye. -
Pêngava Reqa: 17 çete hatin kuştin
Di şerê li taxa Mirûr a dikeve rojavayê Reqayê qewimî de, 17 çete hatin kuştin.