Cenazeyên 9 şehîdan li Keramê hatin veşartin

Cenazeyên 9 şervanên YPG û QSD'ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li bajarokê Keramê yê Reqayê hatin veşartin.

Welatiyên bajarokê Keramê yê ser bi Reqayê, cenazeyên şervanên YPG û QSDʹê Ehmed EL-Hisên (Malih Keramê), Zekeriya EL-Cî (Zekeriya Keramê), Ebûd Şêx Şehel (Seqir Ezîz), Îsa Elî Mistefa (Îsa), Ehmed Sayir (Ehmed Keramê), Zihêr Ebdulah Wehîd (Reşo Keramê), Fetûh EL-Xelef (Mûrad Mehmûd Ebholî) û Eymen Osman (Eymen) ên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û birin bajarokê Keramê.

Li pêşiya Goristana Mem û Sîvdar a bajarokê Keramê merasîm hate lidarxistin. Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre endama Fermandariya QSD'ê Têkoşîn Efrîn axivî. Efrîn sersaxî ji malbatên şehîdan xwest û got, hêzên wan wê ji bo rizgarkirina herêmê heta dawiyê li ser şopa şehîdan têbikoşin û Reqayê û deverên din ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar bikin.

Di dewama merasîmê de jî endamê Rêveberiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ezîz Hesen axivî û wiha got: "Em îro 9 lehengên QSD'ê û YPG`ê yên ji bo azadiya xakê canê xwe feda kirine dispêrin axê. Van qehremanan bi canê xwe rêya azadiyê destnîşan kirine û bingeh ji têkoşîna azadiyê re danîne. Em jî soz didin ku em ê li ser şopa wan her têbikoşin."

Piştî axaftinan endamê Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdilah Îbrahîm nasnameyên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên şervanan li der dirûşman spart axê.