Cenazeyê Fermandar Ebû Emced ber bi Minbicê ve hat birêkirin
Karwanê merasîma cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ji bajarê Kobanê ber bi warê wî Mibincê ve hate birêkirin.
Karwanê merasîma cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ji bajarê Kobanê ber bi warê wî Mibincê ve hate birêkirin.
Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hevserokê Komîteya Parastinê ya Rêveberiya Sivîl a Minbicê Ednan Ebû Emced, 29`ê Tebaxê di pêngava rizarkirina Reqayê de, şehîd bû.
Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Kobanê, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq Maşî, şervanên QSD, YPG û YPJ, nûnerên TEV-DEM û saziyên civaka sivîl jî di nava de bi hezaran welatiyên Kobanê ji bo birêkirina cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebdulezîz Ehmed (Edanan Ebû Emced) li rêya daketina başurê Kobanê kom bûn û bi karwanekî ku ji sedan wesayîtan pêk tê, berê xwe dan bajarê Minbicê.
Beşdarên merasîmê bê navber diruşmeyên dilsoziya bi şervanan re beriz dikirin.
Merasîma cenazeyê Ebû Emced û hevreyên wî, wê saet 17:00 li Goristana şehîdan a Minbicê, werê lidarxistin.