YPG'ê: Em ê bi ruh û fedakariya Ebû Emced Reqayê rizgar bikin

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li ser şehadeta Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku wê bi ruh û fedakariya Ebû Emced têkoşîna xwe bidomînin.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya YPG'ê wiha ye:

"Li ser soz û berxwedana qehremaniya ku hêzên parastina leşkerî yên li Reqayê û deverên din ên Sûriyê şerê terorîsta cîhanî ku DAIŞʹê nûnertiya wê dike, em ê tebikoşin. Di vê demê de şêniyên Rojava-Bakurê Sûriyê agahiya şehadeta Fermandarê Melcîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced girtin. Şehîd Ebû Emced bi şêniyên Minbicê re hêvî û metirsîyên wan dijiya. Li Minbicê bingeha aramî û ewlekariyê ji hemû şêniyên Minbicê re pêk dianî. Bi taybetî di kesayeta wî ya dilnizim û berxwedêr de bi ruhê berpirsyariyê li dijî terorîst û hêzên tarî têkoşiya û parastina xaka xwe kir. Ebû Emced di heman demê de nirxên biratiya gelan û hevbeşiya hemû pêkhateyên Sûriyê yên pir reng diparast. Ebû Emced jiyana hevbeş a li Minbicê bi pêş ve bir û her dem xebatên avakirina welatê azad di nava civakê de pêş dixist.

Şehîd Ednan Ebû Emced ji bo parastina welatê xwe kêliyekê jî gav paş ve neavêt. Di rizgarkirina Minbicê de xwedî israr bû û heta dawiyê li ser xeta hevalên xwe yên di şerê Kobanê de li dijî çeteyên ku bibûn nexweşiya penceşêrê di nava welat de tekoşîn meşand, têkoşîn da meşandin. Ebû Emced li ser xeta hevalên xwe têkoşîn dewam kir û bi hevalên xwe yên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê re bi hêzên QSD'ê re li Reqayê li pey terorîstan ket. Li vir Şehîdê nemir Ednan Ebû Emced koç kir û wiha bîranînên wî bûn çira ronîkirina bîranînên me yên parastina rewa.

Em hêzên YPG'ê ji bo şehadeta Ebû Emced destpêkê sersaxiyê ji xwe re dixwazin, her wiha em sersaxiyê ji malbata Şehîd û xizmên wî, hevalên wî yê têkoşînê û şêniyên Minbicê re dixwazin. Em sebrê ji wan re hêvî dikin.

Di heman demê de em ji gelê xwe re teqez dikin ku em ê bi hemû hêza xwe û bi ruhê berxwedan û fedekariya Ebû Emced li dijî çeteyên ku ji hev dikevin têkoşîna xwe bidomînin. Em careke din soza xwe ya rizgarkirina bajarê Reqayê dubare dikin û soz didin ku em ê têkoşîna xwe ya rizgarkirina bajarê Reqayê pêk bînin."