Bi wêneyan Reqaya Berê a azad bûyî
Bi rizgar kirina taxên El Dîriye û Reqaya Berê ya Reqqayê re pêngavek mezin hat avêtin. Taxa Reqa ya Berê ku bi mehan e şer û pevçûn lê didomin, bi wêneyên xwe ketin ber objektîfên me.
Bi rizgar kirina taxên El Dîriye û Reqaya Berê ya Reqqayê re pêngavek mezin hat avêtin. Taxa Reqa ya Berê ku bi mehan e şer û pevçûn lê didomin, bi wêneyên xwe ketin ber objektîfên me.
Meşa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ber bi Reqayê ve di roja 89’an de jî domiya. Ji bo rizgarkirina bajêr operasyonên bi navê “Çenga mezin”de hat destpêkirin, pêngavên mezin avêtin. Şervanên QSD’ê yên Taxa Reqaya Berê ku dikeve eniya rojhilat ji DAIŞ’ê rizgar kirin, Taxa El Dîriye ku dikeve eniya rojava jî rizgar kirin. Di heman demê de Mizgefata Dîroka ya El Etîq ku li Taxa Reqaya Berê bû jî rizgar kirin. Wêneyên qadên dîrokî yên hatin rizgarkirin ketin ber objektîfa me
Taxa Reqaya Berê ku dikeve rojhilatê bajêr, bi Deriyê Bexdatê re destpê dike. Deriyê Bexdayê di operasyona destpêkê de hat rizgarkirin, lê ji ber mayînan kesekî nedikarî xwe nêzî wê bike. Ev deriyê dîrokî, mîna destpêkirina sûran jî tê zanîn. Sûrên dîrokî li Taxa Reqqaya Berê mîna tîpa L hatiye çêkirin, piştî 5 salan hat rizgar kirin. Sûra ku 7 metreyan bilinde, 11 kîlo metre jî dirêje. Tê texmînkirin ku bi armanca parastina Kelha Harun Reşîd ev sûr hatiye avakirin. Keleha Harun Reşîd bi navên Qasr El Benat û Keleha Jinan jî tê binavkirin. Ev keleh bi hemû îhtîşamiya xwe binyatgeriya dîrokî diparêze. Ji bo parastina Kelehê QSD’ê li gelek aliyên wê ceperên şervana danîn. Keleha ku berê rejîma Sûriyeyê restore kiribû, ji 41 odeyan pêk tê.
CEPERA DAIŞ’Ê YA HERÎ GIRING BÛ
Duh bi şev şervanan Mizgefta Dîrokî ya El Etîq ku li Taxa Reqeya Berê bû rizgar kirin. Mizgefta lig elek şer û pevçûnan re kirî, niha di bin kontrola hêzên QSD’ê de ye. Bi rizgarkirina mizgeftê re tax bi giştî hat rizgarkirin. Ev tax ji bo DAIŞ’ê ceperek girîng bû. Bi rizgarkirina taxê re DAIŞ derbeke mezin xwar. Li ser xaniyan, dikanan, rê û koçeyên taxê dijwariya şer diyar dibe.
GELEK CEBILXANE DESTESER KIRIN
Di gelek mizgefên li Taxa Reqa ya Kevîn de ku ketin bin kotrola şervanên QSD’ê operasyona paqijkirinê hat destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de gelek cebilxane hatin desteserkirin.
Bi rizgarkirina Taxa Reqqa ya Berê re ku beşek mezin a Reqayê digre, pêngavek mezin hat avêtin. Bi rizgarkirina taxê re wêneyên herêmê ketin ber objektîfên me.