3 şehîdên Reqayê li Girê Spî hatin veşartin

3 şervanên QSD'ê yên ku di Pêngava Reqayê de şehîd bûn, li kantona Girê Spî, li gundê Tenhûzê, li Goristana Mehmûd Teme hatin veşartin.

Gelê Girê Spî cenazeyê sê şervanên QSD’ê Raîd Ehmed (Ebû Biric), Ehmed El-Ebîd (Merûf) û Elî Ebdellah (Elî) ji nexweşxaneya leşkerî rakir û BİR Goristana Mehmûd Teme ya Lİ gundê Tenhûzê.

Hevserokên Rêveberiya Xweser Zelîxa Ebdî û Hemdan El Ebîd, Endamê Rêveberiya PYD'ê Xalid Kotî û Endamê Meclîsa Rêveberiya Girê Spî yê TEV-DEM’ê Selahattîn Firat jî tevlî merasîmê bûn.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Wehîd Ebdûllah li vir axivî. Ebdûllah sersaxî da malbatan û got, şehîd ji bo rûmeta mirovahiyê canê xwe feda kirine.

Piştî axaftina Hemdan El Ebîd û Endama Kongreya Star Mûna Eswed, Meclîsa Malbatên Şehîdan belgeya şehîdan a şehîdbûnê da malbatan.

Piştre, cenazeyên 3 şervanan bi dirûşmên, 'şehîd namirin' hatin veşartin.