Cenazeyê Fermandar Ebû Emced bi merasîmeke heybet hate veşartin

Cenazeyên Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced û 3 şervanan bi merasîmeke heybet li Goristana Şehîdan a Minbicê hatin veşartin.

Piştî ku cenazeyê Feramdarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced gihîşt bajarê Minbicê, girseya gel cenazeyên têkoşerên azadiyê ″Kemal Ebdulqadir Bêş Elo (Baran Tirkmanî), Emîr Enîr (Ebû Heleb) û Hisên Eleş Ebdullah (Yekta)″ ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.

Piştî ku karwanê cenaze gihişte goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Di merasîma cenazeytê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ehmed (Birûsk Minbic- Ebû Emced) û her 3 şervanên bi navên Ebdulqadir Bêş Elo (Baran Tirkmanî), Emîr Enber (Ebû Heleb) û Hisên Ebdullah (Yekta) gelek axaftin hatin kirin.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê Îbrahîm Xilêf axivî û diyar kir ku cangoriyên azadiyê bi xwîna xwe prensîbên azadî, rûmet û jiyana hevbeş nivîsandin û destaneyên lehengiyê lidar xistin.

Li ser navê MSD′ê jî Hesen Mihemed Elî axivî û anî ziman ku cangoriyên azadiyê di oxira avakirina jiyaneke bi ewle li ser esasê azadî û biratiya gelan, canê xwe feda kirin û got: ″Gelê ku di têkoşîna xwe de, felsefeya azadî, aştî û biratiya gelan esas girtiye ti carî bin nakeve.″

Mihemed soza şopandina rêya Ebû Emced û hevalên wî heta avakirina Sûriyeke Federal û ne navendî da.

Piştre jî Berdevkê Fermî yê QSD′ê Mîralay Telal Silo sersaxî ji malbatên şehîdan re û selametiya xêrê ji birîndaran re xwest.

Silo di berdewama axaftina xwe de, got ku van cangoriyan soz dan hevalên xwe yên şehîd û pêk anîn. Silo wiha pêde çû: ″Fermandar Ebû Emced beşdarî hemû pêngavên QSD′ê bû. Beriya ragihandina QSD′ê jî, beşdarî operasyonên rizgarkirina Minbic û Kobanê jî bûye. Bi navê Fermandariya Giştî ya QSD′ê, Rêveberiya Sivîl û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, em soza şopandina rêya têkoşeran didin.

Her wiha Hevserokê Desteya Karê Hundir a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî Fermandar Ebû Emced wekî fermandarê pêngava Bakurê Sûriyeyê bi nav kir û got: ″Ebû Emced beşdarî tevahî pêngava Bakurê Sûriyeyê bûye. Her wiha di operasyonên rizgarkirina Holê, Şedadê, Kobanê û Girê Spî de jî cih girt. Herî dawî jî li Reqayê beşdarî şerê li dijî terorê bû.″

Di dawiyê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Minbicê Îbrahîm Qeftan axivî û got ku şehadeta Ebû Leyla kilîta rizgarkirina Minbicê bû û wê şehadeta Ebû Emced kilîta rizgarkirina Reqayê be.

Piştre nasnameyên Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û Hevserokê Komîteya Parastinê Ednan Ebû Emced û hersê cangoriyên azadiyê Ebdulqadir Bêş Elo (Baran Tirkmanî), Emîr Enber (Ebû Heleb) û Yekta Hisên Ebdullah hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.