Şervanên QSD'ê: Têkoşîna me wê bibe wesîleya aştiya cîhanê
Şervanên YPG, YPJ û QSD'ê diyar kirin ji bo têkoşîna mirovahiyê û yekîtiya gelan têdikoşin û gotin pêngava Reqayê her wiha wê bibe zemîna aştiya cîhanê jî.
Şervanên YPG, YPJ û QSD'ê diyar kirin ji bo têkoşîna mirovahiyê û yekîtiya gelan têdikoşin û gotin pêngava Reqayê her wiha wê bibe zemîna aştiya cîhanê jî.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ANF'ê re axivîn.
'EM Ê ŞERTÊN AŞTIYÊ Û JIYANA BI HEV RE AVA BIKIN'
Şervana YPJ'ê Rûgeş Cûdî: Pêngava Reqayê ev 86 roj in didome. Em şervanên YPG, YPJ û QSD'ê bi hev re têdikoşin. Hêzên YPG, YPJ û QSD'ê hêzeke neteweyî ne. Ji her gelî mirov di nav vê hêzê de hene. Ereb, Kurd, Sûryanî îro hemû bi hev re têdikoşin. Bêyî ku cihêtiyê bikin nav netew, ziman û dîn de têdikoşin. Ji ber ku şerê me şerê aştiyê ye, şerê azadiyê ye. Şerê me ji bo wê ye ku netew hev nas bikin û bi hev re civakîbûnê ava bikin. Îro şerê li Reqayê bi vê ye. Em li vir zemîna civakîbûnê, jiyana bi hev re ava dikin. Çeteyên DAIŞ'ê yek dîn, yek milet, yek ziman daye ber xwe lê hêzên YPG, YPJ û QSD'ê têkoşîna wê didin ku civak bi hev re bi aştî bijîn. Ev têkoşîn ne tenê li Reqayê, li Minbic, Kobanê û li Helebê jî bi vê armancê bû. Em li vir hew didin aştiya gelan, ji bo avakirina aştiyê hewl didin û em hêvî dikin ku ev ê bi xwe re serketinên mezin bîne. Li ser vî esasî em Roja Aştiya Cîhanê, 1'ê Îlonê li hemû gelan pîroz dikin û her wiha Cejna Qurbanê li hemû gelê xwe pîroz dikin.
'REQA WÊ BIBE ZEMÎNA AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN Û SÛRIYÊ'
Fermandarê Tabûra Azadîxwaz a Enternasyonalîst û şervanê TKML-TÎKKO'yê Mahîr Bakirciyan: Li Reqayê li dijî emperyalîzmê û nokerên wan ên xwecih çeteyên DAIŞ'ê têkoşînek tê dayin. Reqa qelbê çeteyên DAIŞ'ê ye. Îro paqijkirina Reqayê ya ji DAIŞ'ê şikandina pişta DAIŞ'ê ye. Têkoşîna li Rojava wê bibe zemîna aştiya Rojhilata Navîn û Sûriyê. Her wiha paqijkirina DAIŞ'ê ya ji Reqayê wê bibe derbeke mezin ku li emperyalîzmê ketî.
Çeteyên DAIŞ'ê ne tenê li Rojhilata Navîn, li Ewropa, Asya, Efrîka, Tirkiyê û Kurdistanê jî gelek êrîş anîn. Her wiha niha di pêngava Reqayê de ji gelek miletan mirov şer dikin. Tirk, Kurd, Ermen, Tirkmen, Çerkez û Ewropî hene. Ev jî nîşan dide ku gel bi hev re dikarin gelek tiştan bikin. Heke îro gel ji bo aştiyê şer dikin, ev nîşan dide ku siberojê gel bi hev re bi rengekî wekhev dikarin li her deverê bijîn.
Îro rizgarkirina Reqayê peyameke wiha dide gelên dinyayê: gel bi hev re her demê wê li dijî emperyalîzmê û nokerên wan ên xwecih ku gefê li aştiya gelan dixwin rawestin. Û nîşan dide ku her carê zemîna avakirina jiyana hevpar heye.Li hemû devera dinyayê teqez ji bo pêkhatina aştiyê divê têkoşîn were dayin. Teqez e ku dewletên emperyalîst wê aştiyê nedin gelan. Ji bo aştiyê divê şer were kirin. Li ti devera dinyayê nehatiye dîtin ku dewletan û serweran aştî û azadî dane gelan. Ev ji bo Rojava jî wiha ye. Îro li Rojava û Sûriyê ji bo aştî were parastin divê têkoşîneke mezin were dayin. Beriya her tiştî divê çeteyên DAIŞ'ê bi temamî werin tinekirin û ya girîngtir divê li dijî hişmendiya DAIŞ'ê têkoşîneke mezin hebe. Ji bo 1'ê Îlonê û cejna Qurbanê dixwaizm vê bibêjim: êdî divê mirov dev ji gotina aştiyê ya klasîk berde û ji bo aştiyê divê mirov şer bike.
'LI REQAYÊ ME YEKÎTIYA GELAN AVA KIR'
Şervanê YPG'ê Baz Cûdî: Em şervanên YPG'ê îro li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Li van bajaran têkoşîn û kedeke mezin heye. Em tenê ji bo ku bajarekî rizgar bikin li van bajaran şer dikin. Em li vir hîmê aştî û jiyana bi hev re ya gelan têdikoşin. Li Reqayê jixwe me yekîtiya gelan ava kiriye. Li Reqayê ji her civakê mirov hene. Hevalên me yên Ereb, Kurd, Tirkmen, Çerkez, Suryanî, Ermen û Ewropî hene ku em bi hev re têdikoşin. Ji bo 1'ê Îlonê, Roja Aştiya Cîhanê dibêjim: Têkoşîna li Rojava û Sûriyê ya van 6 salan zemîna aştiya gelan ya dinyayê û Rojhilata Navîn ava kiriye.
'ŞERÊ ME HER WIHA WÊ AŞTIYA CÎHANÊ JÎ BÎNE'
Şervanê QSD'ê Ehmed Îbrahîm: Ez beriya her tiştî 1'ê Îlonê û Cejna Qurbanê li hemû gelên dinyayê pîroz dikim. Ev 86 roj in em li Reqayê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin û di nêz de em ê Reqayê bi temamî ji çeteyan paqij bikin. Ez dixwazim ji hemû dinyayê re bibêjim; em Kurd, Ereb Tirkmen, Surynaî, Ermenî, hemû gelên Sûriyê li Reqayê me mil dane hev û em li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerekî mezin dikin. Weke her carê me gotî li Reqayê şerê mirovahiyê tê dayin. Û di 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê de em dibêjin, me gelan li Reqayê yekîtiya xwe jixwe daniye. Û me nîşanî hemû dinyayê da ku gel bibin yek dikarin tiştên mezin bikin. Ev têkoşîna me her wiha wê aştiya cîhanê jî bîne. Baweriya me bi vê qayîm e.
'HER GULEYA LI DIJÎ DAIŞ'Ê TÊ TEQANDIN, JI BO RÛMETA MIROVAHIYÊ YE'
Ez şervanekî Reqayî me. DAIŞ'ê dema ku bajarê me dagir kirî, hemû gel û dîn bi dijminbûnê ragihandibû. Li gorî wan çi kesê ne bi fikrê wan be divê werin kuştin. Ji bo vê jî qebûlkirina vê fikrê zor e. Ji ber ku hevalên min yên Kurd, Sûryanî û ji gelên din hebûn. Nikarim qebûl bikim ku wan ji xwe re dijmin bibînim. Ji ber ku min pir ji wan hez dikir. Ez ji wan reviyam û ketim nav QSD'ê. QSD ji wan pir cihê bû; ti cihêtiyê naxe nav dîn, ziman û gelan, her kesî weke hev dibîne. Her guleya li Reqayê bi ser DAIŞ'ê de tê avêtin ji bo rûmet û namûsa mirovahiyê ye. Ji ber ku DAIŞ'ê pêşî rûmet û namûsa me binpê kir. Me li Reqayê jixwe yekîtiya gelan ava kiriye û em ê aştiya cîhanê jî ava bikin.''