Li Hesekê cenazeyê Botan û Jiyan hatin veşartin

Cenazeyên şervanên YPG’ê Şehîd Botan û Şehîd Jiyan, li Hesekê bi merasîmekê hatin veşartin.

Bi sedan welatiyên herêma Hesekê cenazeyên şervanên YPG‘ê Mihemed Mehmûd (Jiyan Hesekê) û Nebîl El-Siyûd (Botan Hesekê) ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergertin û bi kerwanekî wesayîtan ku bi wêneyên herdu şehîdan û alên YPJ/YPG‘ê hatibûn xemilandin, ber bi gundê Dawidiyê ve bi rê ketin.Karwanên cangoriyan li goristanê ji aliyê dehan welatiyan ve hate pêşwazîkirin.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di merasîmê de, li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Endama Meclîsê Sultan Qasim anî ziman ku şehîd ronahiya azadiyê ne û bingeha avakirina welatekî azad din û got: “Bi saya keda van şehîdan, îro em bi aramî dijîn.”

Di berdewama merasîmê de, li ser navê Fermandariya YPJ‘ê Mehabat Koçber axivî û diyar kir ku berxwedana şervanên YPG/YPJ‘ê û QSD‘ê yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de cih girtine silav kir û soza şopandina xeta şehîdan da.

Piştî axaftinan, Endama Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ilham Bekir nasnameyên herdu cangoriyan xwend û radestî malbata wan kir.

Di dawiya merasîmê de, şervanan cenazeyên herdu şehîdan di nava diruşmeyan û tilîliyên dayikan veşartin.