Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Til Hemîsê hate veşartin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Til Hemîs ê li Reqayê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Diyar Til Hemîs ê li Reqayê şehîd bû, bi merasîmekê hate veşartin.
Cenazeyê şervanê YPG'ê Mehmûd Faris (Diyar Til Hemîs) ê li Reqayê di pêngava rizgarkirinê de şehîd bû, ji ber Meclîsa taxa Enteriyê ya Qamişloyê hate rakirin. Girseya gel darbesta cenaze bir Şehîdgeha Şehîd Raxib Etiya ya li navçeya Til Hemîsê.
Li şehîdgehê, şervanên YPG/YPJ'ê merasîmeke leşkerî pêk anîn. Piştre ji Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebawî, ji fermandarên QSD'ê Xalidê Tirbesiyê axivîn. Qisekeran bal birin ser berxwedan û têkoşîna şehîdan û destnîşan kirin, ku heta herêm bi temamî were rizgarkirin wê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin.
Piştî axaftinê, belgenameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de cenazeyê Şehîd Diyar Til Hemîs li ber qîrîna dirûşman hate veşartin.