Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed, bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyek da û mizgîniya rizgarkirina 2 taxên din ên Reqayê ji raya giştî re ragihand.
Cîhan Şêx Ehmed di destpêka daxuyaniya xwe de, bi navê hemû şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şervanên Xezeba Firatê yên li eniya pêş, Cejna Qurbanê li gel pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê rojê de em ji gelê xwe re radighînin ku me taxa Reqa ya Kevn û Taxa Diriyê ji çeteyan rizgar kirine. Ev her du taxên navborî kelehên DAIŞʹê yên herî stratejîk ên bajarê Reqayê bûn. Di van taxan de şerê herî dijwar ku ev zêdeyî mehekê rû didin qewimî. Bi saya berxwedan û fedekariya şervanên me ya di çarçoveya Cenga Mezin a rizgarkirina bajarê Reqayê de 65 ji sedî yê bajarê Reqayê ku 14 tax di nav de hene ji çeteyan hatin rizgarkirin."
Berdevk Cîhan Şêx Ehmed li ser taxên rizgarkirî ev agahî da:
"Taxên Sebahiye, Romanî, Hitîn, Kerîm, Qadisiye, Yermûk, Nezlet Şihade, Hîşam Bin Ebdil Melik, Meşleb, Sînaa, Bayatî, Reqa ya Kevn ku taxên Mensûr û Rafqa jî di nava de ye û taxa Diriye."
Cîhan Şêx Ehmed wiha dewam kir: "Di şeş taxan de jî hîn şer bi dijwar didome. Taxên ku şer lê didom in jî ev in: Taxa Berîd, Emîn, Rewda û Taxa Rimêla.
Ev serketinên hatine bidestxistin diyariyên şehîdên me ne, diyarî herî mezin jî wê rizgarkirina tevahiya bajarê Reqayê be.
Bi ruhê hevala Şevîn a fermandar, Xerîb Welat û Ebû Emced ên qehreman, em ê tekoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin da ku hêviya xwe ya ji bo wê tekoşînê dikin pêk bînin. Em ê xeta şehîdên xwe yên ji bo azadiya Sûriya pireng pêk were tiştên herî giran buha feda kirine bişopînin.
Em soz didin gelê xwe ku em ê rehet nebin heta ku em aramî û aştiyê li welatê xwe pêk bînin.
Her sal û şehîdên me minareya ku rêya me ronî dikin. Her sal û gelê me yê berxwedêr hêz û piştgiriya me ne. Her sal û mirovahî hemû bi xêr û xweşî be. Serketin sernavê fedekarî û tekoşîna me ye, bi wê em ê armancên xwe yên mirovahiyê û pîroz pêk bînin.
Şehîdên me sax in ti carî namirin, bijî Sûriya azad, Bijî berxwedana gelê me yê qehreman."