Merasîma cenazeyê Fermandar Ebû Emced destpê dike
Cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmeke heybet tê veşartin.
Cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced ji aliyê hezaran kesî ve bi merasîmeke heybet tê veşartin.
Piştî ku cenazeyê Feramdarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced gihîşt bajarê Minbicê, girseya gel cenazeyên têkoşerên azadiyê ″Kemal Ebdulqadir Bêş Elo (Baran Tirkmanî), Emîr Enîr (Ebû Heleb) û Hisên Eleş Ebdullah (Yekta)″ ku di hemleya rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, wergirtin û ber bi goristana Şehîdên Minbicê ve ketin rê.
PÊŞWAZIYEK BI HEYBET
Bi hezaran welatiyên bajarê Minbicê li ser pira Qereqozax cenazeyê Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Endnan Ebû Emced ku ji Kantona Kobanê bi rê ketibû, pêşwazî kirin.
Li wir karwanê wesayîtan ên bajarê Minbicê tevlî karwanê ji herêmên Cizîrê û Firatê dihat bû, wêneyên şehîd û alên Meclîsa Leşkerî ya Minibicê û hêzên QSD′ê hildan û ber bi bajarê Minbicê ve ketin rê.
Li bajarê dikan hemû hatin girtin û bi sedan şêniyên bajêr û gundewarên wê bi dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û nîşaneya serkeftinê, karwanê şehîd pêşwazî kirin.
Piştî ku cenazeyên 3 cangoriyên din ji nexweşxaneya Firatê bêne wergirtin, dê girseya gel berê xwe bide goristana Şehîdên Minbicê.