YAT'ê li Tebqayê pêşî li komkujiyê girt
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên YPG'ê, li navçeya Cirniyê ya bajarê Tebqayê, çeteyekî DAIŞ'ê yê ku ji bo komkujiyê bike bombe amade kiribû, berî biteqîne zevt kirin.
Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên YPG'ê, li navçeya Cirniyê ya bajarê Tebqayê, çeteyekî DAIŞ'ê yê ku ji bo komkujiyê bike bombe amade kiribû, berî biteqîne zevt kirin.
Yekîneyên Antî Teror (YAT) îro saet di 10:33'an de li navçeya Cirniyê ya bajarê Tebqayê, dema çeteyekî bi navê Ebû Xelîl Idlîbî xwest mayîneke di nava gel de biteqîne û komkujiyeke mezin pêk bîne, bi saxê tevî mayîna bi wî girtin.
Bi vî rengî pêşî li komkujiyeke mezin a di roja cejnê de hate girtin.
Navçeya Cirniyê ya Tebqayê, li başûrê rojhilat ê Bendava Tişrînê.