Fermandarê YPG’ê Hemo: Em ê ti êrîşê  bê bersiv nehêlin

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got, ‘’e mê ti êrîşê bê bersiv nehêlin’ û bang li Rûsyayê kir li şûna ku bibe çavdêr li dijî êrîşan bila bibe xwedî helwest.

Hate diyarkirin ku komên çete yên bi ser dewleta Tirk ve êrîşên xwe yên li ser Herêma Efrînê didomînin û dewleta Tirk jî xwe kar dike ku bi ser herêmê de êrîşeke berfireh bîne. Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo li ser plangeriyên li ser Herêma Efrînê axivî û got ev plan wê bi ser nekevin.

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo got, ‘’Me her carê li dijî hêzên dagirker ên Trik li ber xwe da. Ê ku dixwaze xaka Sûriyê dagir bike dewleta Tirk e. Em mafê rewa yê xweparastinê bi kar tînin.’’

ÊRÎŞÊN TIRKIYÊ

Hemo diyar kir  Til Rifat beriya niha yek ji navenda girîng a çeteyan bûye û got çete di ser vir re hewl didin ku bi demografiya herêma Şehbayê bilîzin. Hemo diyar kir li vê herêmê bi sadên malên Kurd û Ereban hatine şewitandin û got, dewleta Tirk bi çeteyên xwe re her roj sivîlan dikuje. Hemo diyar kir berxwedana Hêzên Şoreşger li Şehbatê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê didome.

REWŞA RÛSYAYÊ

Hemo li ser pozîsyona Rûsyayê ya li herêmê jî axivî û got helwest û nêzîkatiya Rûsyayê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ne têrkar e û bang li Rûsyayê kir ku li dijî êrîşan bibe xwedî helwesteke xurt.

Sîpan Hemo diyar kir ku wan bi Rûsyayê re li hev kirine û got, ‘’Li dijî komên çete yên dewleta Tirk hêzên me bersiveke xweş didin. Em xwedî wê hêzê ne ku qadên xwe biparêzin. Heke Rûsya êrîşên dewleta Tirk qebûl nake divê helwesteke rast nîşan bide. Bi Rûsyayê re li ser lihevkirina me ya bi taybetî li ser herêma Şehbayê em ê tevbigerin. Û divê her kes baş bi vê zanibe; em ê ti êrîşê bê bersiv nehêlin.’’