Cejn li Reqayê hate pîrozkirin

Şervanên QSD'ê, ku 18 taxên Reqayê rizgar kirine, cejna gel pîroz kirin û şekir dan zarokan.

"Cenga Mezin" a ji bo rizgarkirina Reqayê, ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve roja 6'ê Hezîranê dest pê kir, dewam dike. Şervanên QSD'ê, ku tevî taxên Reqa ya Kevn, Diriyê û Mansûrê 18 taxên bajêr rizgar kirin, li dijî çeteyên DAIŞ'ê şerekî dijwar dikin. Şer bi giranî li eniya rojava ya bajêr giran bûye. Şervanên QSD'ê gav bi gav ber bi navenda bajêr ve diçin. Şervanên YPJ'ê û şervanên QSD'ê, her wiha bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Şehîdgeha Keram a li bajarokê Kerama kirin.

Şehîdgeha Kerama li rojhilatê Reqayê ye. Şervanên YPJ'ê cejna gelê Reqayê jî pîroz kirin û şekir dan zarokan.

Di dema pîrozkirina cejnê de yek ji fermandarên YPJ'ê Engîzek Xelîl jî amade bû. Gelê Reqayê jî serdana gorên zarokên xwe yên di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, kirin. Şêniyên Reqayê av li ser gorên zarokên xwe reşandin û kulîlk çandin.

Li cihên rizgarkirî yên bajêr, pîrozbahiya cejnê ya gel û şervanan dewam dike.