Gundiyên Um Hoşê serî natewînin
Şêniyên Ereb ên gundê Um Hoşê, ku ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bûne dibêjin, "Vê carê jî Tirkiyeyê êrîş kir. Çi dikin bila bikin, em ê gundê xwe neterikînin."
Şêniyên Ereb ên gundê Um Hoşê, ku ji hovîtiya DAIŞ'ê rizgar bûne dibêjin, "Vê carê jî Tirkiyeyê êrîş kir. Çi dikin bila bikin, em ê gundê xwe neterikînin."
Di çarçoveya pêngava Hêzên Şoreşger de, ku roja 29'ê Tebaxa 2016'an dest pê kir, gundê Um Hoş ê Şehbayê roja 30'ê Tebaxê hatibû rizgarkirin. Li vî gundê Kurd û Ereb bi hev re dijîn. Lê belê, tevî ku salek di ser rizgarkirinê re derbas bûye, dewleta Tirk û çeteyên wê her roj bombeyan li vî gundî dibarînin. Gundiyên Um Hoşê jî dibêjin, çawa ku wan serê xwe li ber çeteyên DAIŞ'ê netewandin, wê li ber dewleta Tirk û çeteyên wê jî netewînin.
Yek ji gundên Kantona Şehbayê, ku berê êşên gelekî giran kişand û îro jî di hedefa dewleta Tirk û çeteyên wê de ye, gundê Um Hoş e ku Kurd û Ereb bi hev re lê dijîn. Gundê Um Hoş ê ser bi navçeya Ahrazê, 10'ê Tebaxa 2015'an ji aliyê hêzên bi navê Lîwa Tevhîd, Ehrar Şam, Cephet El Nûsra, Sûltan Mûrad û Nûrettîn Zenkî ve radestî DAIŞ'ê hatibû kirin.
Hemû komên li herêmê, sala 2013'an bûn yek û êrîşî Cephet El Ekrad û Kurdan kirin. Ji ber vê yekê, beşeke mezin a Kurdên li gundê Um Hoşê xwe li Efrînê girtin û yên mayî jî neçar man di dema DAIŞ'ê de birevin. Lê belê gundiyên Ereb ên li Um Hoşê man, hovîtiya DAIŞ'ê bi çavên xwe dîtin û jiyan. Gundê Um Hoşê, di pêngava Hêzên Şoreşger de roja 30'ê Tebaxa 2016'an hate rizgarikrin û Kurd û Ereb îro jî bi hev re li gund dijîn. Lê vê carê artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Um Hoş dikin.
QALA HOVÎTIYÊ KIRIN
Di salvegera 1. a rizgarkirina gundê Um Hoş de, em li nava kolanên wê digerin. Erebên ku em li nava gund li wan rast tên, qala hovîtiya DAIŞ'ê û êrîşên dewleta Tirk kirin.
Mûhammed Abbar anî ziman, ku wan gelekî zilm ji destê DAIŞ'ê dîtine û got, "Kiribûn mecbûrî ku mêr heta pêlava xwe kiras li xwe bikin û riya xwe berdin. Jin bi temamî bi çarşefê hatin nixumandin. Destûr nehat dayin ku mêr rûyê wan bibînin. Azadiya me ji destê me girtin. Eger me li gorî daxwaza wan kinc li xwe nekiribûna, li gorî wan tevnegeriyabûna, wê me weke sîxurê Esad sûcdar bikira. Ji xwe serê gelek kesên bi vî rengî sûcdar kirin, jê kirin."
'NIHA JÎ DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ ME DIKE'
Mûhammed Abbar diyar kir, piştî ku Um Hoş roja 30'ê Tebaxê ji aliyê Hêzên Şoreşger ve ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, ew ji nû ve azad bûn û wiha dewam kir: "Rewşa me pir baş e. Em ji nû ve azad bûn. DAIŞ'ê kişandina cixareyê li me qedexekiribû. Jin nikarîbûn derkevin derve. Niha mafên jinan hene, komunên me hene, hiqûqa me heye. Lê niha jî dewleta Tirk topan diavêje me. Lê belê em ê cih û warên xwe neterikînin. Ne bi topan, bi fuzeyan, bi balafiran jî li me bidin em ê welatê xwe neterikînin."
'HER TIŞTÊN MIN; DU KURÊN MIN JI MIN GIRTIN'
Ahmet Rîslen ku yek ji şêniyên Um Hoşê ye got, "Dema ku DAIŞ hate vê derê, weke ku tê zanîn rewşa me gelekî nebaş bû. Hemû derfetên dewletê, elektrîk, av kirin milkiyeta xwe. Motor jî tine bûn ku em pê avê ji bîrê bikişînin. Ji ber ku motor jî ji me standin. DAIŞ'ê beriya 2 salan 2 kurên min ji min stand û hê jî em nizanin rewşa wan çi ye. Piştî ku Um Hoş ji DAIŞ'ê hate paqijkirin, rewşa me baş bû."
'EM Ê AXA XWE NETERIKÎNIN'
Ahmet Rîslen anî ziman, ku piştî rizgarkirina ji DAIŞ'ê pirsgirêka wan a bingehîn, dewleta Tirk e û bi bîr xist, ku her roj bombe li Um Hoşê dikevin. Rîslen got, "Tirkiye her roj bombeyan dibarîne. Xaniyên li nêzî me, hemû ji ber bombeyan qulqulî bûn. Tirkiye timî li Um Hoş dixe, em ditirsin, lê dîsa jî em ê li malên xwe dimînin. Topên dewleta Tirk her roj li gundê me dikevin. Duh bi qasî 30 bombe li dora Um Hoşê ketin. Îro jî bi qasî 20 bombe ketin. Ji ber êrîşên dewleta Tirk xaniyên gelek sivîlan xera bûn. Duh gelek bombe li bendavê ketin. Lê belê ew çi dikin bila bikin, em ê li ser axa xwe bimînin."