Baran, Serxwebûn û Azad 3 bira, 3 şervan. Baran rojên bihurî di şerê Reqa de şehîd bû. Şervanên eniya Cephet El Ekrad Azad û Serxwebûn jî piştî rejîmê rêya Heleb-Şehba girt, nikare beşdarî merasîma oxirkirina birayê xwe bibin.
Li Kantona Şehbayê mirov dikare bi gelek malbatên şervan û şoreşger re hev nas bike. Her yek xwedî çîrokekê ye. Çîrokê gelekan dişibin hev. Mirov ji guhdarîkirina çîrokên wan têr nabe. Wekî ku mirov ji dîroka Şahba û Sûriyeyê rastî xazineyek nû hatibe dijî û hîs dike.
Azad û Serxwebûn 2 birayên hev û şervanên Cephet El Ekrad ne. Me li malbatek şoreşger wan herdu birayên şervan nas dikin. Azad û Serxwebûn hêj nû agahdar bûn ku birayê wan ê 3'emîn Baran li Reqayê şehît bûye. Şehadeta birayê xwe bi serbilindî pêşwazî dikin û dibêjin "Ya ku para me dikeve divê em li ser rêça wî bimeşin û ala wî bilind bikin. Azad û Serxwebûn li gel vê sekna bi wate, ji ber ku Rejîma BAAS'ê rêya Heleb-Şehba girtiye û nikarin li Kobanê beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê birayê xwe bibin xemgîniya xwe vedişêrin.
DÎROKA ZINDÎ EBÛ ALA Û HEVRÊYÊN WÎ
Em bi her du birayan Azad û Serxwebûn re li mala Fermandarê Cehpet El Ekrad yê Şehbayê Ebû Ala rastî hev tên. Ji ber ku me bihîst Ebû Ala dîroka herêmê ye, me xwest li vê dîrokê guhdar bikin, qeyd bikin û derbasî paşerojê bikin. Bi vê heviyê em li mala wî ne.
Lê dema ku em çûn mala wî, em rastî gelek şervanên ku di têkoşîna Şehbayê de wekî wî dîrokê dinivîsin, hatin. Li salona ku Ebû Ala em dawet kirin gelek şervanên bi uniformayî hene. Mirov dibêje qey "Ev der Birgargeha Cephet El Ekrad e." Ebû Ala bersiva "Mala me mala hemû şervanên Cephet El Ekradê ye" dide.
Ebû Ala yê 40 salî şervanên ku li salona malê rûniştine û li gorî wî pir ciwan in nişan da û got: "Li van hemû ciwanan guhdarî bikin. Hemû şervan in. Van ciwanan çi dît û çi nedît? Binere Azad 3 caran birîndar bû. Carekê hemû rêviyê wî derketin. Mehek şûnde dîsa rabû û tev li şer bû."
DUH LI REQA OXIRÎ RÊYA BÊ DAWÎ KIRIN
Ebû Ala bi taybet Azad nîşan dide û wiha dibêje: "Divê hûn teqez li wî guhdar bikin. Azad jî dibêje 'Qet moralê min tine Ebû Ala'. Hevsera Ebû Ala tev li axaftinê dibe û dibêje; Birayê Azad Baran di pêngava Reqayê de roja 28'ê Tebaxê şehît bû. Dayika Ala jî dibêje Azad jî di şerê Reqa de şer kir."
Azad qala birayê xwe kir û wiha bilev kir: "Baran mîna me ne şervanê Cephet El Ekrad bû. Ew şervanê Sîwar El Minbic bû. Li Reqayê şehîd ket. Piştî 2013'an me qet hev nedît. 2013'an dema ez şervanê Cephet El Ekrad bûm, li Şehbayê 21 rêxistin li dijî me bûn yek û êrîşî me kirin. Wî jî wê demê koçî Îzmîrê kir. Sala 2016'an li ser banga xizmê me Şehîd Botan Turkmen vegeriya Minbicê û beşdarî Siwar El Minbic bû û piştre jî tevli Hemleya Minbicê bû. Em ê li ser şopa wî bin."
Ebû Ala dikeve navbera axaftinê û dibêje ne tenê Azad, Serxwebûn jî birayê Şehîd Baran e. Ebû Ala û lawê wî yê biçûk Habîb, Serxwebûn kirine nava xwe û hewl didin moral bidinê. Hebîb ku ji bavê xwe û hevalên wî bi bandor bûye, pantolonê Cephet El Ekrad li xwe kiriye û ji Serxwebûn re dibêje 'Ez ê jî mîna we bibin leşker'. Serxwebûn li gorî Azad pir bêdeng e. Wî jî 2 salan şervantiya Cephet El Ekrad kiriye. Um Ala li Serxwebûn dinêre û jê dixwaze ew jî çend gotinan bêje, lê Serxwebûn dibêje ew nikare biaxive.
NIKARIN HERIN CENAZEYÊ XWE...
Çar zarokên Ebû û Um Ala di rêça bavên xwe de çûne. 2 şervanên Cephet El Ekrad û 2 jê şervanên Eniya Parastina Jinan a Şehbayê bûn. Ebû Ala tim qala bîranên Baran û Serxwebûn yên di nava şer de dike. Ebû Ala eşkere kir ku dayik û bavê zarokan zûde wefat kirin û wiha domand: "Ew zarokên me jî. Dema Baran şehîd bû, me gazî zarokan kir ku ji me fêrî bibin. Îro merasîma cenazeyê Baran li Kobanê hat çêkirin. Bes zarokên me nekarin beşdar bibin. Rejîmê rê girtiye. Rê nadin ku em biçin Baran oxir bikin. Lê yê ku êş û jana wan kêm dike jî wê cenazeyê Baran li kêleka Botan Turkmen ê pir jê hez dikir defin bikin."
Ebû Ala di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Du rê hene, yek di bin kontrola dewleta tirk û çeteyên hov de ne û ya din jî di bin kontrola rejîmê deye. Di rêyekê de mirin heye û di rêya din de ger bên girtin, wê rejîm bi darê zorê wan bibin leşkeriyê. Van binivîsin… Binivîsin ku hemû cîhan bibihîse ka mirovên me di çi rewşê de ne û bi kîjan êşan re rû bi rûne. Lê li gel hemû êş û azaran jî serbilindin."