Dewleta Tirk ji duh bi şev ve êrîşî Şehbayê dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, ji duh bi şev û vir ve bi rengekî bê navber êrîşî kantona Şehbayê dikin. Ji ber êrîşê gelek xaniyên sivîlan xera bûn.

Dewleta Tirk a dagirker, heta ku jê tê hewl dide Cejna Qurbanê li gelê Şehbayê biherimîne.

Artêşa Tirk û çeteyên wê, ku li gundê Til Malid ê Marê û gundê Kilcibrîn ê navbera Ezaz û Marê bi cih bûne, ji duh bi şev saet 00:00 û vir ve, êrîşî bajarê Til Rifad û gundê Şêx Îsa yên kantona Şehbayê dikin.

Ji ber êrîşê gelek top li vê herêmê ketin. Tiştek bi kesî nehat, lê tê gotin ku xisar li malên gundiyan bûye. Şêniyên Til Rifadê ji xwe ji êrîşê biparêzin, xwe ber didin jêrzemînên xaniyên xwe. Şêniyên Şêx Îsa jî hewl didin xwe bigihînin herêmên ewle.

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê, duh êvarê jî bombe li bajarê Til Rifad û gundê Şêx Îsa barandibûn. Roja 29'ê Tebaxê jî li nuqteyeke yek ji komên çavdêr ên Rûs dabûn, ku li Şehbayê bi cih bûne.

Bomberdûmana li ser Til Rifad û Şêx Îsa dewam dike.