Pêngava Reqa: Avahiya Nexweşxaneyê hate rizgarkirin
Li Reqayê avahiya Nexweşxaneya Zarokan hate rizgarkirin, 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Li Reqayê avahiya Nexweşxaneya Zarokan hate rizgarkirin, 23 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Pêşveçûna şervanên QSD’ê ya li eniya rojava ya pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê didome. Îro di şerê saetên piştî nîvroyê ya li taxa Nehda de 23 çete hatin kuştin.
Her wiha di encama şerê li taxa Mirûr de jî, nexweşxaneya zarokan ji çeteyan hate rizgarkirin. cenazeyên 2 çeteyan, 3 doçke û 3 klaşinkov ketin destê şervanên QSD′ê.
Şerê li her 2 taxan dewam dike.