35 sivîlên din li Reqayê hatin rizgarkirin
Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de 35 sivîlên din ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Di nav de jin û zarok jî hene.
Di çarçoveya pêngava rizgarkirina Reqayê de 35 sivîlên din ji aliyê tîmên rizgarkirinê yên QSD'ê ve hatin rizgarkirin. Di nav de jin û zarok jî hene.
Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh jî 35 sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in ji taxa Cemîliyê ya li rojhilatê Reqayê rizgar kirin.
Şervanên QSD'ê sivîl ji nava mayin û guleyên çeteyan rizgar kirin û birin cihên bi ewle. Di nava sivîlan de astengdar jî hene.
Şervanan li taxên Diriyê û Mirûr ên rojavayê bajarê Reqayê jî duh danê nîvro hejmarek sivîl rizgar kiribûn û biribûn cihên bi ewle.