YPG: Artêşa Tirk 1 jê bi giranî 7 sivîl birîndar kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bîlançoya heftiyekê ya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ragihand û got di encama êrîşan de li Efrînê 1 jê giranî 7 sivîl hatine birîndarkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bîlançoya heftiyekê ya êrîşên artêşa Tirk û çeteyên bi ser wê ve bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand û got di encama êrîşan de li Efrînê 1 jê bi giranî 7 sivîl birîndar bûne.

Daxuyaniya YPG’ê ya derbarê êrîşên dagirkerî ya artêşa Tirk û çeteyên wê wiha ye:

‘’Êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên di bin fermandariya wê de tevdigerin yên li ser Rojavayê Kurdistanê berdewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî rasterast sivîl hedef girtin û di encamê de li navenda bajarê Efrînê yek jê bi  giranî 7 sivîl birîndar bûn.

Encamên êriş û binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî yên 7 rojên dawî wiha ne;

Di dîroka 24.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî gundên Eyn Deqnê, Belûniyê û Maranezê yên girêdayî navçeya Şera û bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Her wiha di heman demê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser navçeya Şera geriyan.

Di dîroka 25.08.2017’an de bi roketan êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 26.08.2017’an saet 02:30’an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûsan êrişî gundên Eyn Deqnê, Malikiyê, El Kamiyê, Şêwarxa, Maranezê û Belûniyê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Di heman demê de hêzên me bersiv dan êrişa çeteyan û bi obûsan li çeperên çeteyan yên Kefer Xaşer xistin. Di encamê de çeperên çeteyan hatin rûxandin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 27.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi katyûşa, topên hawanê, bi çekên doçka û BKC êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî bersiv dan êrişa çeteyan.

Di dîroka 28.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan û çekên doçka êrişî Girê Qestelê, Maranezê û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera; bi topên hawanê û roketên B7’an êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa û bi çekên doçka û BKC jî êrişî Girê Îska û Girê Şehît Şîlan yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 29.08.2017’an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Baz, Girê Barîn û Girê Bedran yên girêdayî herêma Cindirêsê; bi obûs û çekên doçka êrişî gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Her wiha saet di 22:00’an artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî navenda bajarê Efrînê topbaran kirin. Di encam de di nav de jin û zarok jî 7 sivîl birîndar bûn. Ji van birîndaran rewşa yekî giran e. Dîsa zerarên maddî çêbûn. Hêzên me jî di heman demê de bersiv dan êrişa artêşa Tirk û çeteyên wî. Nexweşxaneya Ezazê ku ji xwe re wekî baregehekî leşkerî bikartînin û Baregeha Kil Cibrîn hedef girtin. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî bersivdayîna hêzên me çeteyan saet di 23:00’an de bi obûsan li gundên Maranezê, Şêwarxa û Eyn Deqnê yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 30.08.2017’an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûsan êrişî Haciza Xedamet ya girêdayî navçeya Şera; bi topên hawanê êrişî Girê Baz, Girê Îska û Girê Barîn yên girêdayî herêma Cindirêsê û bi topên hawanê, SPC-9, çekên doçka û BKC êrişî gundê Basûfanê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demê de bi topên hawanê, obûs û roketên B7 bersiv dan êrişa çeteyan.’’