ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Çete ji ber baca deriyê sînor li hev ketin: 4 mirî
Li navbera çeteyên Cephet El Şamiye û Sûltan Mûrad ji ber lihevnekirina bacê li devera deriyê sînor ê Bakurê Helebê şer derket. Di şer de 4 çete mirin. -
Cenazeyên Dilîşan û hevalên wê li Kobanê hatin veşartin
Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê cenazeyên rojnamevan Dilîşan Îbiş û du têkoşerên azadiyê hembêz kirin. Her wiha nasnameyên du cangoriyan hatin eşkerekirin. -
Li Reqayê şerê dijwar didome, 16 çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî berdewam dike. Di vî şerî de 16 çete hatin kuştin. -
QSD’ê li Reqayê gelek cebilxane bi dest xist
Di şerê li navenda bajarê Reqayê de şervanên QSD’ê gelek cebilxane bi dest xistin. -
Amadekariya veşartina cenazeyên rojnameger Dilîşan û hevalên wê tê kirin
Li goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê merasîma oxirkirina sê têkoşeran tê amadekirin. Rojnameger Dilîşan Îbîş û hevalên wê li Dêrezorê di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn. -
Meclîsa Sivîla a Dêra Zorê bang li dinyayê kir
Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê derbarê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Ebû Fasê ya bi ser sivîlan de daxuyaniyek da. -
Bagera Cizîrê: 3 gund hatin rizgarkirin
Şervanên Bagera Cizîrê li baskê Siwer 2 gund û li baskê Mergeda jî gundek ji çeteyan rizgar kirin. -
Êlên Reqayê jî mohra xwe li rizgarkirinê dixin
Li hev rûniştina êlan belkî hemû tiştî nikare çareser bike lê gaveke pir girîng e; rê li hevhatin û kombûnê vedike di herêmê de û bi taybet jî êdî DAIŞ diqede. -
Operasyona Reqayê: Taxa Nehda hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) taxa Nehda ya Reqayê azad kirin. Di şer de 23 çete hatin kuştin. -
Bagera Cizîrê: Êrîş hatin şikandin, 6 çete hatin kuştin
Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de pêş ve diçin, di şerê qewimî de 6 çete hatin kuştin. -
YPG’ê li Efrînê balafira keşfê ya Tirk xist
Şervanên YPG’ê li navçeya Bilbil a Efrînê balafira keşfê ya artêşa Tirk xistin. -
‘Em ê bi pênûsa Dilîşan têkoşînê û bi vîna wê li ber xwe bidin’
Ajansa Nûçeyan a ANHA'yê, ji bo nûçegihana xwe Dilîşan Îbiş a li Dêra Zorê hate qetilkirin peyamek şand. -
Qetlîama li Dêra Zorê: Hejmara kuştî û birîndaran zêde bûn
Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Xurafî ya di navbera Dêra Zor û Hesekê de qetlîamak pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên qetlîamê her diçe zêdetir dibe. -
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qetlîama Dêra Zorê şermezarkir
Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qetlîama Dêra Zorê ya li dijî welatiyên Sivîl a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, bi daxuyaniyekî nivîskî şermezar kir. -
Li Dêra Zorê qetlîam: 9 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn
Di qetlîama duh li ser rêya Xurafî ya li navbera Dêra Zor û Hesekê pêk hat de, 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 43 sivîl ji birîndar bûn. Nûçegihanek a ANAH'yê şehîd û 2 jî birîndar bûn. -
Di komkujiya Dêra Zorê de nûçegihan Dilîşan Îbîş Şehîd bû
Di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê de nûçegihana ajansa ANAH’yê Dilîşan Îbî ya ku Pêngava Bagara Cizîrê dişopan şehîd bû û nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn. -
Foza Yûsif: Kî êrîşî Efrînê bike, wê têk biçe!
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif got, "Kî êrîşî Efrînê bike, wê li pêşberî gelê Efrînê têk biçe. Ev êrîş wê Bakur û Rojava bike yek. Bila kes hesabên şaş li hemberî Kurdan neke." -
Reqa li ber azadiyê ye: Sivîl tên rizgarkirin, çete tên kuştin
Li navenda bajarê Reqayê 49 sivîlên din hatin rizgarkirin. Di şer de 14 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
YPG'ê nasnameya 9 şehîdan ragihand
YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnamaya 9 şervanên ku di Pêngavên Bagera Cizîrê û Rizgarkirina Reqayê de, di navbera 30'ê Îlonê û 11'ê Cotmehê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Çeteyên El Nûsra li xwe mikur hatin: Em ê li ber Tirkiyeyê ranebin
Çeteyên El Nûsra li xwe mikur hatin, ku wê li ber artêşa Tirk a ku ji bo dagirkirina Efrînê ketiye Îdlibê ranebin û li ber xwe nedin. -
Gundê Tabaraya yê Dêra Zorê hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundê Tabaraya ku bi 5 kîlometreyan li bakurê bajarokê Siwerê ye, rizgar kirin. Li gundê Xerîbe jî şerekî dijwar diqewime. -
Reqa kêlî bi kêlî tê rizgarkirin
Şervanên QSD'ê bi pêşengiya şervanên YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Û êdî kêlî bi kêlî Reqa ber bi azadiyê ve diçe. Azadkirina Reqayê nêz e. -
Sekn lê nabe, karê wî rizgarkirina hevrêyên xwe ye
Ramazan Mûhammed, li Kobanê êşeke gelekî giran kişand. Mala wî, karê wî, hevalên wî ji dest çûn. Ev saleke li eniya Reqayê ambûlansê diajo. -
Li Dêra Zorê DAIŞ’ê komkujiyek pêk anî
Çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê wesayîteke bombebarkirî di nava sivîlan de teqand. Di encama teqînê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. -
Cenazeyê şehîdên azadiyê hatin veşartin
Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê û Kobanê cenazeyên şervanê YPG’ê Ceger Hesen, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Mûstefa û Kawa Xişo bi merasîmeke heybet ve veşartin.