Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif li ser rewş û bûyerên dawî yên li Sûriye û Rojava, bersiv da pirsên ANF'ê.
BI RIZGARIYA REQAYÊ RE WÊ ÇARESERIYA SIYASÎ BÊHTIR DERKEVE PÊŞ
Yûsif destnîşan kir, ku ew ji niha ve rizgarkirina Reqayê li hemû şervanan, şehîdan û gelê Sûriyeyê pîroz dike û got, "Reqa paytexta DAIŞ'ê bû. Rizgarkirina Reqayê tê wateya têkçûna DAIŞ'ê. Ev yek ji bo me serketineke gelekî girîng e û destpêka pêvajoyeke nû ye. Şer wê ji niha û pê ve derbasî qonaxa duyemîn bibe. Qada siyasî wê bêhtir derkeve pêş. Rizgarkirina Reqayê wê ji bo çareseriya siyasî ya Rojava bibe destpêkek. Her wiha wê ji bo çareseriya kaosa li Sûriyeyê rê li ber pêşketinekê veke."
GELÊ REQAYÊ WÊ XWE BI XWE BI RÊ VE BIBE
Li ser statuya Reqayê ya piştî rizgarkirinê Foza Yûsif got, "Meclîsa Sivîl a Reqayê wê xwe hê berfireh bike û bixebite. Mîna li Minbicê wê li Reqayê jî sazî ava bibin û kar bê kirin. Wê xizmet ji gel re bê kirin. Yanî gelê Reqayê wê çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, xwe bi xwe bi rê ve bibe."
DÊRA ZOR JI ALIYÊ SIYASÎ Û ERDNÎGARÎ VE GIRÎNG E
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif bal kişand ser Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina bejahiya Dêra Zorê û got, "Hem ji aliyê siyasî, hem jî ji aliyê erdnîgarî ve pêngaveke gelekî girîng e. Ev bajar, bakur û başûrê Sûriyeyê digihîne hev. Dêra Zor gelekî girîng e. Bawerim bi çareseriya siyasî re wê eşkere bibe bê bajar ji aliyê kîjan hêzan ve were rizgarkirin û piştre wê rewşa xwe çi be."
Li ser êrîşa hêzên rejîmê li hemberî hêzên QSD'ê yên li bejahiya Dêra Zorê Yûsif got, "Rûsya jî, rejîma Sûriye jî naxwazin QSD bi pêwş ve biçin. Hewl didin pêşî lê bigirin. Bi rizgarkirina Reqa û Dêra Zorê re, li van bajaran wê gel xwedî mafê gotinê be. Bi rêya van êrîşan dixwazin pêşî li vê bigirin. Lê belê wê nikaribin li ber bisekinin."
LI ÎDLIBÊ WÊ NIKARIBIN TI ENCAMÊ BI DEST BIXIN
Têkildarî operasyona li Îdlibê jî Foza Yûsif ev nirxandin kir:
"Bi dîtina min, Rûsyayê şaşitiyeke stratejîk kir, ku Tirkiye tevlî operasyona Îdlibê kir. Xistina Tirkiyeyê li nava Îdlibê gelekî şaş e. Li Îdlibê biryar hemû ji berê ve hatine girtin. Mîna her carê, dixwazin Kurdên li Efrînê bifetisînin. Lê wê nikaribin vê bikin."
Foza Yûsif diyar kir, ku yek ji armancên operasyona Îdlibê êrîşa li dijî Efrînê ye û anî ziman, ku Tirk ji destpêkê ve li benda rojeke bi vî rengî bû û niha tenê li wê difikirin ku tavilê êrîşî Efrînê bikin.
ERDOGAN DITIRSE
Li ser daxuyaniya Erdogan ku gotibû "Em naxwazin Kobanêyeke din bê serê me, ez ê destûra vê nedim" Yûsif ev nirxandin kir:
"Bi dîtina min, ev gotin tê wê wateyê ku Erdogan di binê zextê de ye û ditirse. Ev jî nîşan dide ku planên wan ên gelekî qirêj hene. Ji bo şikandina berxwendana Kobanê, Erdogan gelek tişt kir. Nedixwest Kurd bi ser bikeve. Lê belê, çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû, Erdogan jî têk çû."
KÎ ÊRÎŞÎ EFRÎNÊ BIKE, WÊ LI PÊŞBERÎ GELÊ EFRÎNÊ TÊK BIÇE
Hevseroka Desteya Rêveber a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif bi bîr xist, ku Efrîn ev du sal in li hemberî êrîşên gengaz amadekariyan dike û niha li dijî êrîşan amade ye.
Foza Yûsif got, "Ez dibêjim, wê berxwedaneke gelekî mezin nîşan bidin. Gelê Efrînê wê bi lehengî tevbigere. Kî êrîş bike, wê li pêşberî gelê Efrînê têk biçe. Ji ber vê yekê, şer wê tenê li Efrînê neqewime Ev êrîş wê Bakur û Rojava bike yek. Ji ber vê yekê, bila kes hesabê şaş li ser Kurdan neke."
EM GUH NADIN GEFAN, EM DI RÊYA XWE DE DIMEŞIN
Li ser gefên rejîma Sûriyeyê ku beriya niha bi çend rojan gotibû, "Kurd bi alîkariya DYA serxweş bûne. Lê ev alîkarî wê rojekê biqedin" Foza Yûsif ev nirxandin kir:
"Eşkere ye ku rejîma Sûriyeyê ji hêza çekdarî û sîstema siyasî ya li Bakurê Sûriyeyê aciz e. Em zanin ku Sûriye ji bo mafên gelên Rojava û çarenûsa wan bixe destê xwe, di nava hewldanên faşîzan de ye. Bi vî rengî dixwaze bikeve nava hewldanên mezin û pêşî li hêzên demokratîk bigire. Carna bi nerazîbûnên biçûk, carna jî bi gefan vê yekê tîne ziman. Lê belê em guh nadin van û di rêya xwe de dimeşin."