QSD’ê li Reqayê gelek cebilxane bi dest xist
Di şerê li navenda bajarê Reqayê de şervanên QSD’ê gelek cebilxane bi dest xistin.
Di şerê li navenda bajarê Reqayê de şervanên QSD’ê gelek cebilxane bi dest xistin.
Pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê bi pêşveçûna şervanên QSD′ê berdewam dike. Di encama şerê giran de yê ku ji şevê din heta vê sibehê li derdora nexweşxaneya Wetenî û Stada Reş a fûtbolê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de rû da, şervanên QSD’ê 10 RBG, 200 keleşnîkof, 2 fuze, 7 BKC û gelek guleyên hawanê bi dest xistin.
Şervanan îro di destê sibehê de Taxa Nehda rizgar kirin.