Li Reqayê şerê dijwar didome, 16 çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî berdewam dike. Di vî şerî de 16 çete hatin kuştin.
Li navenda bajarê Reqayê şer bi dijwarî berdewam dike. Di vî şerî de 16 çete hatin kuştin.
Li taxên navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer berdewam dike. Li taxên Kurdan û Bedû û derdora parka El Beyda şervanan derbên giran li çeteyan dan û 16 çete hatin kuştin.
Di şerê li derdora parka El Beyda de şervanek û li taxa Bedû de du şervan şehîd bûn. Di şerê li taxa Kurdan de jî 2 şervan birîndar bûn.
Şer li van deveran bi giranî berdewam dike.