Di komkujiya Dêra Zorê de nûçegihan Dilîşan Îbîş Şehîd bû
Di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê de nûçegihana ajansa ANAH’yê Dilîşan Îbî ya ku Pêngava Bagara Cizîrê dişopan şehîd bû û nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn.
Di komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Dêra Zorê de nûçegihana ajansa ANAH’yê Dilîşan Îbî ya ku Pêngava Bagara Cizîrê dişopan şehîd bû û nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn.
Duh êvarî saet di 18.30’an çeteyên DAIŞ’ê wesayîteke bombebarkirî li nav sivîlên ku ji Dêra Zorê ji ber zilma çeteyan direvîn ku xwe bigihînin cihê ewle yên di bin kontrola QSD’ê de teqandin.
Di teqînê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa nûçegihana ANAH’yê Dilîşan Îbîş şehîd bû. Her wiha nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemmed di nav de 43 sivîl birîndar bûn.
Rizgar Denîz û Hogir Mihemed li nexweşxaneyan têne dermankirin. Rewşa Rizgar Deniz baş e Hogir Mihemed giran e, di bin kontrolê de ye.
Her wiha ajansa ANHA peyamek da û wiha got: “Di serî de ji malbata nûçegihana xwe re Dilîşan Îbiş û hemû malbatên qurbaniyên teqînê re sersaxî dixwazin û şîfaya lezgîn ji nûçegihan Rizgar Denîz û Hogir Mihemed û hemû birîndaran re dixwazin. Em soz didin ku em ê xeta wan bişopînin.
Nûçeya têkildarî mijarê: