Êlên Reqayê jî mohra xwe li rizgarkirinê dixin
Li hev rûniştina êlan belkî hemû tiştî nikare çareser bike lê gaveke pir girîng e; rê li hevhatin û kombûnê vedike di herêmê de û bi taybet jî êdî DAIŞ diqede.
Li hev rûniştina êlan belkî hemû tiştî nikare çareser bike lê gaveke pir girîng e; rê li hevhatin û kombûnê vedike di herêmê de û bi taybet jî êdî DAIŞ diqede.
Êl di civaka Reqayê de xwedî cihekî girîng in, tu ji kê bipirsî xwedî êl e, û bi êla xwe serbilind e, di nav civaka Reqayê de ji xeynî kesên ji derva hatî û lê rûniştî hemû xwedî êl in. Derdora çil êlî li Reqayê hene û mezintirîn êl a Efadilan û Bû'esaf in. Tevî nakokiyên êlan jî ku carnan rû didin, bi taybet di navbera êlên Şawî û ya Bedû lê piştî dagirkiriya DAIŞ’ê ya li herêmê êdî ew nakokî hemû ji holê rabûn û ber bi rihekî nû ve tevdigerin, li ser mîrasê xweyî baş vedigerin
Cara yekê ye serokên êlan û gelê Reqayê bi cil û bergên xwe ye civakî beriya bi çend rojan li bajarokê Eyn Îsa li hev civiyan û careke din, bi çand û exlaqê êlê kombûneke civakî piştî DAIŞ'ê pêk anîn.
Serokê êla Bû'esaf Obeyd Xelef Hesan got: ‘Heta niha êlên me neketin nav siyaset û kar û barê gihîştî lê bi dagirkirina DAIŞ'ê re zilm û zora anîn ser çivaka me û hatina QSD'ê rizgarkirina herêmê ya ji çeteyan em bûn yek. Niha derdora 700 xortên êla me di nav Hêza Sûriyê Demokratîk de ne, êdî dive em li bajar, civak û çanda xwe xwedî derbikevin. Ez vê gotinê dikim ew jî bi saya QSD'ê û xortên me ne"
Li hev rûniştina êlan belkî hemû tiştî nikare çareser bike lê gaveke pir girîng e; rê li hevhatin û kombûnê vedike di herêmê de û bi taybet jî êdî DAIŞ diqede.
Rizgarkirina bajarê Reqayê êdî li ser saetan maye, ku bi gihiştî ji çeteyan paqij bibe êdî niqaşên nû avakirian Reqaya nû rojeva gel û Meclîsa Sivîl a Reqayê ye.