Operasyona Reqayê: Taxa Nehda hate rizgarkirin
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) taxa Nehda ya Reqayê azad kirin. Di şer de 23 çete hatin kuştin.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) taxa Nehda ya Reqayê azad kirin. Di şer de 23 çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku 6’ê Hezîranê dest pê kirî di roja 128’an de didome.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin şevê dî heta berê sibehê li derdora Nexweşxaneya Wetenî, Xaçerêka Nemîn û derdora Stada Gokê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şer çêbûye û di encamê de 23 çete hatin kuştin, taxa Nehda jî bi temamî hatiye azadkirin.
Di şer de 3 şervan şehîd bûn.
Berdevkên QSD’ê diyar kirin ku di nêz de ew mizgîniya azadbûna Reqayê bidin.