Cenazeyê şehîdên azadiyê hatin veşartin

Bi hezaran welatiyên Kantona Efrînê û Kobanê cenazeyên şervanê YPG’ê Ceger Hesen, şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Mûstefa û Kawa Xişo bi merasîmeke heybet ve veşartin.

CINDIRÊS

Bi sedan welatiyên herêma Cindirêsê, nûnerên TEV-DEM’ê û saziyên sivîl cenazeyê şervanê YPG’ê Ceger Hesen (Ferîd Efrîn) ê ku li gundê Merenazê yê girêdayî Kantona Şahbayê şehîd bibû, ji Nexweşxaneya Avirîn wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra ya li herêma Cindirêsê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG’ê Mehmûd Qerso axivî, sersaxî ji malbata şehîdan re xwest û bal kişand ser rola şehîdan di avakirina jiyaneke azad de.

Qerso diyar kir ku dewleta Tirk a faşîst rojane çeteyên xwe dişîne herêmê da ewlehiya herêmê derb bikin û projeya Federal bin bixin. Qerso wiha got: “Tirkiyê ditirse ku yekîtiya gelên herêmê ava bibe û azadiya xwe bi dest bixin”.

Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Reşîd jî soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan, da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê wî li goristanê di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hat veşartin.

EFRÎN

welatiyên Kantona Efrînê jî cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Şêxmûs Mûstefa li Goristana Şehîd Refîq a li gundê Metîna veşartin. Di merasîmê de nûnerên Desteyên Rêveberiya Xweser amade bûn.

Merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Seroka Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê Behcet Ebdo axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û bal kişand ser fedekariya şehîdan a di têkoşerên azadiyê û parastina axa welat de.

Her wiha Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Abdîn Şêxo û xalê şehîd, Hisên Mustefa jî soza şopandina rçya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê dan.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin

Cenazeyê şehîd li goristanê di nava dirûşmeyên “Şehîd namirin” de hat veşartin.

KOBANÊ

Welatiyên Kantona Kobanê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Kawa Kobanê bi merasîmeke heybet ve li Goristana Şehîd Dicle veşartin.

Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Mislim, Endamên TEV-DEM’ê, saziyên sivîl û Desteyên Rêveberiya Xweser cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Kawa Xişo (Kawa Kobanê) ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dicle ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve destpê kir. Piştre Serokê Desteya Parastinê Îsmet Şêx Hesen axivî, di kesayeta şehîd Kawa de hemû şehîdên azadiyê bibîr anîn û diyar kir ku şehîdên azadiyê di oxira parastina axa welat de canê xwe feda kirin.

Şêx Hesen di berdewama axaftina xwe de desnîşan kir ku bi saya berxwedana şervanên YPG/YPJ/QSD’ê, li Rojava-Bakurê Sûriyê gelek serkeftin hatin bidestxistin.

Piştre jî Endamê TEV-DEM’ê li navçeya Fenaya ya dikeve rojavayê bajarê Kobanê Sûad Elî Demir jî anî ziman ku ew ê berxwedana li hember êrîşên li ser herêmên Bakurê Sûriyê bidomînin û piştgiriya YPG/YPJ/QSD’ê bikin.

Elî Demir soza şopandina rêye şehîdan heta avakirina Sûriyeke demokraktîk, da.

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi tîlîliyên dayikan û dirûşmeyên “Şehîd namirin” ve hat veşartin.