Gundê Tabaraya yê Dêra Zorê hate rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gundê Tabaraya ku bi 5 kîlometreyan li bakurê bajarokê Siwerê ye, rizgar kirin. Li gundê Xerîbe jî şerekî dijwar diqewime.

Şervanên QSD'ê yên li bakurê Dêra Zorê bi pêş ve diçin, gundê Tabaraya yê li bakurê bajarokê Siwerê ye, rizgar kirin.

Şervanan her wiha çek, cebilxane û wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan desteser kirin û cenazeyên 2 çeteyan dîtin. Piştî rizgarkirina gund, şervanan dest bi lêgerîn û paqijkirina gund ji bermahiyên çeteyan kirin.

Li başûrê şîrketa petrolê ya Cefirê, ev sê roj in di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li gundê Xerîbe, ku bi 14 kîlomereyan li bakurê bajarokê Siwerê ye, di navbera şervanan û çeteyan de şer diqewime. Şervanan li vê derê jî çek û cebilxaneyên çeteyan desteser kirin û cenazeyekî çeteyan dîtin.