Li Dêra Zorê qetlîam: 9 kes mirin, 43 kes jî birîndar bûn

Di qetlîama duh li ser rêya Xurafî ya li navbera Dêra Zor û Hesekê pêk hat de, 9 kesan jiyana xwe ji dest da û 43 sivîl ji birîndar bûn. Nûçegihanek a ANAH'yê şehîd û 2 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAIŞ‘ê duh saet di 18:30 an de li ser rêya Xurafî ya di navbera Dêrazorê û Hesekê de du wesayîtên bombebarkirî di nava hejmareke mezin a sivîlên Dêra Zorê de teqandin. Di encama teqînê de 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û nûçegihaneke şehîd ket û 2 nûçegihan jî di nav de 43 sivîl birîndar bûn.

Hêzên Sûriyeye Demokratîk û Hêzên Asayîşê yekser birîndar rakirin nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo.

Li nexweşxaneyên Hesekê 25 birîndar û li Qamişlo jî 18 birîndar têne dermankirin.

Birîndarên li bajarê Hesekê, li nexweşxaneyên  Îsam Bexdî, Hikme û Wetenî tenê dermankirin. Li gorî agahiyên kardroyên nexweşxaneyê; rewşa hin birîndaran giran û niha di bin kontrolê de ne.

Li nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Qamişlo jî 18 birîndar hene. Di nav birîndaran de, 2 zarok ku temenên wan kêmî 2 salan e rewşa wan giran e û di bin kontrolê de ne, her wiha 3 keç kêmî 15 salan di laşê wan de şikestin pêk hatine,  her wiha yên din rewşa wan baş e.

Piraniya birîndaran ji herêmên Meyadîn, El-Bûleyl û El-Mûhesen ên girêdayî bajarê Dêrazorê ne.