Amadekariya veşartina cenazeyên rojnameger Dilîşan û hevalên wê tê kirin

Li goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê merasîma oxirkirina sê têkoşeran tê amadekirin. Rojnameger Dilîşan Îbîş û hevalên wê li Dêrezorê di êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Beriya nêzî saetekê cenazeya nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Dilîşan Îbiş ku ji bajarê Qamişlo hatibû birêkirin gihîşt Kobanê.

Di saet 16.15’an de karwanê oxirkirina şehîdan, Dilîşan Îbiş a ku nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) bû , şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Umran Îsa (Filestînî) û şervanê Yekîneyên Parastina Gel Edhem Şêxo (Alan Ararat) ji pêşiya nexweşxaneya leşkerî ya rojavayê bajarê Kobanê bi rê ket.

Niha li goristana Şehîd Dicle merasîm tên lidarxistin û di pêşwazîkirina karwanê şehîdan de bi dehan rojnamevan û bi sedan welatî beşdarî merasîmê bûne.