Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qetlîama Dêra Zorê şermezarkir

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk qetlîama Dêra Zorê ya li dijî welatiyên Sivîl a ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû kirin, bi daxuyaniyekî nivîskî şermezar kir.

Koordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkildarî  qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ku şevê din li ser rêya Xurafî ya di navbera Hesekê û Dêra Zorê li dijî sivîlan pêk anîbû de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya Koordînasyonê wiha ye:

″Hêzên  ku ji hemû gelên Bakurê Sûriyê pêk tê, di berxwedana li hember DAIŞ′ê de serkeftinên mezin bi dest xistin û li cîhanê tekane hêza ku şerê terorê dike, tê nasîn.

QSD′ê li planên xwe yên leşkerî de, rizgarkirina sivîlan û bicihkirina wan li herêmên bi ewle esas digire. Ev yek li xweşiya terorîstan û alîgirên wan nayê, ji ber vê yekê sivîlan di komkujiyan re derbas dikin.

Roja pênşemê di dîroka 12′ê meha Cotmehê de çeteyên DAIŞ′ê bi  du wesayîtên  bombebarkirî li nava sivîlên ku ji ber şer ji warên xwe koçber dibûn, teqandin. Di encama teqînê de bi dehan  kuştî û birîndar hene, piraniya wan jin û zarok in. Birîndar li nexweşxaneyên Hesekê û Qamişlo têne dermankirin.

Em vî sûcê li dijî mirovahiyê şermezar dikin û bang li hemû rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî  û herêmî dikin ku li hember koçberan bi erkên xwe rabin û alîkariya wan bikin.

Tevî derfetên kêm, em destek didin koçberan. Lê ji ber hejmara mezin, pêdiviyên hemû koçberan nayên bicihanîn.”