Çeteyên El Nûsra li xwe mikur hatin: Em ê li ber Tirkiyeyê ranebin
Çeteyên El Nûsra li xwe mikur hatin, ku wê li ber artêşa Tirk a ku ji bo dagirkirina Efrînê ketiye Îdlibê ranebin û li ber xwe nedin.
Çeteyên El Nûsra li xwe mikur hatin, ku wê li ber artêşa Tirk a ku ji bo dagirkirina Efrînê ketiye Îdlibê ranebin û li ber xwe nedin.
Operasyona Tirkiyeyê ya li Îdlibê ku bi çeteyan re li hev kir û da destpêkirin, didome. Çeteyên pişta xwe dispêrin Tirkiyeyê li herêmê bi cih dibin. Artêşa Tirk jî bi 200 leşkerên xwe yên hêzên taybet û gelek maşînên zirxî kete nava Îdlibê. Li ser sînor jî gelek tank bi cih kir.
Tîmên keşfê yên çeteyên artêşa Tirk, ku ji Reyhanliyê derbasî nava Îdlibê bûn, li ser rê bendên kontrolê danîn. Tê gotin, piştî diyarkirina rêgeha li Îdlib û derdora wê, yekîneyên artêşa Tirk li Çiyayê Berekat û herêma Darrat Îzza yên li dora Efrînê ne, bi cih bûne.
EL NÛSRA: JI BER KU WÊ LI DIJÎ YPG'Ê BISEKINE, EM Ê LI DIJ DERNEKEVIN
Çetyên El Nûsra jî bi navê Heyet-î Tahrîr Şam daxuyaniyek weşand û got, "Aartêşa Tirk a bi hêzeke diyarkirî ketiye nava Îdlibê, ji ber ku wê li dijî YPG'ê bisekine, em ê li hemberî wan li ber xwe nedin."