Meclîsa Sivîla a Dêra Zorê bang li dinyayê kir

Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê derbarê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Ebû Fasê ya bi ser sivîlan de daxuyaniyek da.

Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê derbarê komkujiya çeteyên DAIŞ’ê ya li Ebû Fasê ku li ser sivîlan kirî daxuyaniyeke nivîskî da. Meclîsê êrîş şermezar kir, sersaxî da malbatên ku nasên wan di komkujiyê de hatine kuştin.

Daxuyaniya Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê wiha ye:

 ‘Em Meclîsa Sivîl a Dêra Zorê êrîşa terorî ya li herêma Ebû Fasê bi ser mirovên sivîl de ku bi dehan kes şehîd bûn û ew çend birîndar çêbûn, şermezar dikin. Her roj bi hezaran sivîlên ji Dêrazorê koç dikin û diçine herêmên ku ji hêla şervanên QSD’ê ve hatine azadkirin. Ji hêzên tarî ku xwîna mirovahiyê diherînin sivîl direvin û xwe li herêmên ewle digirin.

Em bang li hemû dinyayê, li Koalîsyona Navdewletî ya dijî DAIŞ’ê, NY’ê û rêxistinên mirovî yên navnetewî dikin ku li dijî krîza Dêrazorê rawestin. Jin, zarok, yixtiyar bê şûn û war dibin û xwe li çolan digirin. Bê av, bê derman, bê zad dijîn.

Em bang li civaka navnetewî dikin ku dest bidin gelê Dêra Zorê û demildest alîkariyê bikin. Em sersaxiyê didine malbatên şehîda û şehîda çapemaniya azad, nûçegihan ANHA’yê Dilîşan Îbîş.’’