Reqa kêlî bi kêlî tê rizgarkirin

Şervanên QSD'ê bi pêşengiya şervanên YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Û êdî kêlî bi kêlî Reqa ber bi azadiyê ve diçe. Azadkirina Reqayê nêz e. 

Şervanên YPG/YPJ, QSD'ê kêlî bi kêlî nêzî rizgarkirina Reqayê dibin.

Çeteyên DAIŞ'ê li cihekî pir teng, di nava dorpêçiya şervanên QSD'ê de asê mane. Hewl didin rêyekê peyda bikin ku xwe xilas bikin, lê nikarin. 

Şervanên QSD'ê bi pêşengiya şervanên YPJ'ê her bi pêş ve diçin. Û êdî kêlî bi kêlî Reqa ber bi azadiyê ve diçe. Azadkirina Reqayê nêz e. 

Navenda Ragihandinê ya YPJ'ê, rewşa dawî ya Reqayê û qada şer bi dîmenan bi raya giştî re par ve kir.

Endama Ragihandina YPJ'ê Têkoşîn Axîn li nava Reqayê geriya, dîmenê rewşa dawî ya bajêr kişand û nêrîna şervanên YPJ'ê girt.

EM KÊLÎ BI KÊLÎ XEYALÊN HEVALÊN ŞEHÎD PÊK TÎNIN

Şervana YPJ'ê Zîlan a di pêngavê de cih digire, wiha axivî: "Pêngava Rizgarkirina Reqayê, di destpêkê de bi navê tolhildana jinên Êzidî bû. Ev pêngav bû tolhildana hemû jinên di bin zilma DAIŞ'ê de bû. Reqa ber bi rizgarbûnê ve diçe. Ev jî moraleke herî xweş e. Xeyalê her hevala/ê şehîd bû, ku rizgarkirina Reqayê bibînin. Niha jî em kêlî bi kêlî xeyalên hevalên şehîd pêk tînin. Ev kêliya dawî ya şer e. Em vê kêfxweşiyê bi gelê xwe re jî parve dikin."

SOZA KU ME DA, HÊDÎ HÊDÎ PÊK TÊ

Şervaneke din a YPJ'ê Rûken jî got, "Pêngava Rizgarkirina Reqayê di destpêkê de ji bo rizgarkirina jinên Şengalê bû. Û ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn û rizgarkirina sivîlên Reqayê bû. Em niha ber bi rizgarkirina Reqayê tên. Soza ku me da, hêdî hêdî pêk tê."