Reqa li ber azadiyê ye: Sivîl tên rizgarkirin, çete tên kuştin

Li navenda bajarê Reqayê 49 sivîlên din hatin rizgarkirin. Di şer de 14 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ber bi dawiyê ve diçe. Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li derdora Nexweşxaneya Wetenî, Stada Futbolê û Xaçerêya Neîm ên li navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Di şer de 14 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. 

2 şervanên QSD'ê şehîd bûn.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Heyîr Îskenê jî dest bi operasyonê kir û her bi pêş ve diçin.

Wekî din, tîmên taybet ên QSD'ê jî ji bo rizgarkirina sivîlan di nava liv û tevgerê de ne 49 sivîlên din ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin.

Şerê li navenda bajarê Reqayê dewam dike. Berdevkên QSD'ê duh dabûn xuyakirin, ku wê di demeke nêz de serketina pêngava rizgarkirina Reqayê ragihînin.