ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Bagera Cizirê: Şerê dijwar rû dide
Li Dêra Zorê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de di van kêliyan de şerekî dijwar rû dide. -
Li Tirbespiyê cenazeyê şehîd Mecîd hate veşartin
Li Tirbespiyê bi merasîmekê cenazeyê şervanê YPG’ê Mecîd Heskî li Goristana Şehîd Dilşêr hate veşartin. -
Li Dêra Zorê bahoza tozê
Pêngava Bagera Cizirê ya rizgarkirna Dêra Zorê ya hêzên QSD’ê didome. Îro piştî nîvro li herêmê bahoza tozê rabû. -
Bagera Cizîrê: Gundê Al Namliyah hate rizgarkirin
Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê, vê sibehê gundê gundê El Namliyah ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Artêşa Tirk topan diavêje herêma Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker, topan diavêje Girê Qestel ê li navçeya Şera ya Efrînê. -
YPG'ê nasnameya 6 şehîdan eşkere kir
YPG'ê nasnameya 6 şehîdên di navbera 18-26'ê Cotmehê de şehîd bûn eşkere kir. -
YPG'ê dîmenê herêma El Omer a petrolê ya rizgarkirî weşand
Şervanên QSD’ê li ser zeviyên petrolê yên El Omer kozikên xwe vedane û dibêjin 4-5 kîlometre mane ku ew bigihijin Firatê. -
Şervanên YPG'ê: Em hêza xwe ji Serokatî digirin
Şervanên YPG'ê yên Yekîneyên Antî Terorê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin, "Her tiştên me girêdayî Serokatî ye. Em hêza xwe ji Serokatî digirin û em dibêjin, Serokê me azad bibe, em ê jî azad bibin." -
Li Reqayê dem dema avakirinê ye
Ji Fermandarên Giştî yên YPG'ê Newroz Ehmed diyar kir, ku wan gefa li Reqayê ya li tevahiya cîhanê dihate xwarin tine kirine û got, divê cîhan hemû tevlî karê ji nû ve avakirina bajêr bibe. -
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li dijî ‘Mertala Firatê’ bang kir
Kombûna Tugayên Firat-Cerablûs yên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê ku dibin banê QSD’ê de ye li dijî çeteyên ‘Mertala Firatê’ yên girêdayî Tirkiyeyê banga têkoşînê kir. -
Artêşa Tirk û çeteyê wê, topan diavêjin gundên Efrînê
Artêşa Tirk a dagirker, tevî komên xwe yên çete topan diavêje gundên navçeyên Cindirêsê û Şêrawa yên Efrînê. YPG/YPJ jî bersiva êrîşan didin. -
4 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Cenazeyên 4 şervanên li Reqayê şehîd bûn, li gundê Hikûmî yê Eyn Îsayê hatin veşartin. -
Ehmed: Divê rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriya siyasî gavê biavêje
Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed got, rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriya siyasî divê gavê biavêje. Ehmed hişyarî da, ku eger vê neke wê encameke neyînî ji bo rejîmê derkeve holê û ji hêzên herêmî, bi taybetî Tirkiyeyê xwest, ji nava axa Sûriyeyê derkevin. -
Gelê Hesekê cenazeyên şehîdên xwe spartin axê
Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên 6 şervanên azadiyê yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûne, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. Nasnameya şervanekî YPG′ê jî hat eşkerekirin. -
Cenazeyê 3 şehîdan bi merasîmekê hatin veşartin
Li bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG′ê Dîlor Qamişlo û li Serêkaniyê jî cenazeyê 2 şehîdên Rêxistina RAMCO bi merasîmekê hatin veşartin. Her wiha nasnameya Şehîd Şîlan jî hate eşkerekirin. -
Li Minbicê cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 2 ş ervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebulnasir Helaq û Usamea Hisên bi merasîmekê veşartin. -
Cenazeyê 2 şehîdan bi merasîmekê hate veşartin
Welatiyên Kantona Efrînê cenazeyê Adil Bawer û Mihemed Elî Ehmed bi merasîmekê li Goristana Şehîd Refîq a gundê Metînayê veşartin. -
Azadiya Ocalan, azadiya me ciwanan e
Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê yên ku tevlî meşa dirêj a ji Tirbêspiyê heyanî Qamişlo bûn gotin, heta ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin wê li qadan bin. -
Bagera Cizîrê: Gundê Albeyda hate rizgarkirin
Gundê Albeyda yê li bakur rojhilatê Dêra Zorê, ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin. -
Li ber deriyê sînor ê El Welîd şer diqewime -NÛ BÛ
Ji ber şerê navbera Pêşmergeyan û çekdarên Heşdî Şabî yên li ser sînor, çend top li nêzî Deriyê sînor ê El Welîd ê li nêzî guhdê Siwêdiyê yê Rojava ket. Tê gotin, ku xebatkarekî li ber derî jiyana xwe ji dest daye, 4 kes jî birîndar bûne. -
YPG'ê nasnameya 4 şehîdên Bagera Cizîrê eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 4 şervanên di Pêngava Bagera Cizîrê de di navbera 22-24'ê Cotmehê de şehîd bûn, eşkere kir. -
Bîlançoya êrîşên rojên dawî yên çeteyên artêşa Tirk
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê li ser êrîşên rojên dawî yên artêşa Tirk û komên wê yên çete yên li dijî Efrînê agahî da û diyar kir, ku di şer de 2 çete hatine kuştin û gelek wesayitên leşkerî hatine rûxandin. -
Li Muhata Cefar êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hate şikandin
Li Muhatta Cefar êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ku Rejima Baas jî bi tankan piştgiriya çeteyan kiribû ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. -
YPG: Evîn û bîranîna Holmes wê timî di dilê me de be
YPG'ê sersaxî ji malbata şervanê xwe Jack Holmes bi nasnav Şoreş Amanos û tevahiya gelê Brîtanyayê xwest û got, "Em soz didin, evîn û bîranîna ciwanên weke hevalê Şoreş wê timî di dilê me de be. -
Li Dêra Zorê rejîm û DAIŞ êrîşî çeperên QSD'ê dikin
Li herêma Muhatta Cafer a Dêra Zorê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime. Rejîm jî bi tankan li Muhatta Cafer dixe.