Li Dêra Zorê DAIŞ’ê komkujiyek pêk anî

Çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê wesayîteke bombebarkirî di nava sivîlan de teqand. Di encama teqînê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Îro  di saet 18:30’an de çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Xurafî ya dikeve navbera Dêra Zorê û Hesekê de  wesayîteke bombebarkirî di nava hejmareke zêde ya sivîlên Dêra Zorê de teqandin.

Hat ragihandin teqîn li nav sivîlên ji herêmên rojhilatê çemê Firatê yên di bin serweriya rêjîma Baas direvin de teqiyaye.  

Hat diyarkirin ku di encama teqînê de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek jî bîrindar bûn. Piştî teqînê û şûnde şervanên QSD’ê û Hêzên Asayîşê xwe gihandin cihê bûyerê, ji bo birîndaran derman bikin rakirin nexweşxaneyê.

Têkildarî bûyerê wê sibe agahiyê berfireh bên parvekirin.