ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Jinên ji Îdlibê xwe ji bo şer amade dikin
Ji şervanên jin ên ji Îdlibê, ku ji ber êşkenceya rejîmê û El Nûsra xwe li Şehbayê girtin, di nava Ceyş El Siwar de hêzeke jinê amade dikin û xwe amade dikin ku mohra xwe li dîrokê bixin. -
Bagera Cizîrê: Gundek û 17 gundik hatin rizgarkirin
Şervanên QSD'ê, di çarçoveya pêngava Bager Cizîrê de gundek û 17 gundikên li bejahiya Dêra Zorê ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. -
Li Reqayê 70 sivîl hatin rizgarkirin, 6 çete hatin kuştin
Li Reqayê, ji duh bi şev heta ber destê sibehê şer qewimî. Di şer de 6 çete hatin kuştin û 70 sivîl hatin rizgarkirin. -
Tirkiye û El Nûsra li ser Îdlibê li hev kirin!
Dewleta Tirk bi Cephet El Nûsra re, ku bi navê Heyet Tehrîr El Şam tê naskirin, li hev kir. -
Agirî û Tendurek, ji bo artêşa Tirk veguherîn birîneke mezin
Ji bo artêşa Tirk, Agirî û Tendurek veguherîne birîneke mezin. Li vê herêmê careke din hate dîtin, ku tenê bi teknolojiya leşkerî, vîn û hêza mirovan nikare bê têkbirin. -
Bavê dilşewat ku Tirkiyeyê malbata wî kuşt: Ev çi Îslamiyet e?
Bavê dilşewat, ku par mîna îro balafirên şer ên Tirk bombe li mala wî ya li Şehbayê barandin û ji ber vê bomberdûmanê, heman bêjin hemû ferdên malbata wî jiyana xwe ji dest dan, piştî salekê axivî. -
Li Tirbêspiyê cenazeyê şehîd Cûdî hat veşartin
Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Cûdî bi merasîmekê li Goristana Şehîd Dilşêr veşartin. -
Bagera Cizîrê: Êrîş hatin şikdanin, şervan pêşve diçin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên QSD’ê ve hate şikandin. Şervan ber bi başûrê gundê Wesîha ve pêşve diçin. -
Cenazeyê 6 şehîdên Dêra Zorê bi merasîmekê hatin veşartin
Welatiyên Dêra Zorê cenazeyê 6 şervanên YPG’ê yên di pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Xidir Hemad a bajaroka Ebû Xeşeb a li rojhilatê Çemê bi merasîmekê veşartin. -
Li navenda Reqayê şer giran e
Pêşveçûna şervanên QSD’ê yên ji aliyê rojhilat a ber bi bajêr ve didome. Li derdora Stadyûm û nexweşxaneya Weteniyê gelek sivîl hatin rizgarkirin. -
Di Bagera Cizîrê de gundê Wesiha hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê gundê Wesiha yê dikeve başûrê bajaroka Siwerê rizgar kirin. -
Pêngava Reqa: 90 sivîlên din hatin rizgarkirin
Li taxên navenda bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû didin. Şervanên QSD’ê 90 sivîlên din jî rizgar kirin. -
Di Bagera Cizîrê de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de li her sê baskan pêşveçûna şervanên QSD’ê dewam dike. Di şer de 8 çete hatin kuştin. -
Li Reqayê derdorî stadyûmê şer dijwar e, 17 sivîl hatin rizgarkirin
Li rojavayê stadyûmê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. Li taxên rojavayê bajêr jî 25 sivîl hatin rizgarkirin. -
Li Şehbayê yekem tugaya leşkerî hate îlankirin
Yekemîn tugaya leşkerî ya şervanên Eniya El-Ekrad ku bi beşdariya 236 ciwanan li Kantona Şehbayê bi merasîmekê destpê kir. -
Gelê Sirînê cenazeyê şervanê YPG'ê Ebû Seyf veşart
Ji bo şervanê YPG’ê Ebû Seyf ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bûbû merasîmeke leşkerî hate çêkirin, bi tevlêbûna gelê Sirînê cenazeyê şervanê YPG’ê hate veşartin. -
Li Dêra Zor 20 hezar sivîl hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê li Dêra Zorê 20 hezar sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 2 zarokên biçûk ji ber nebûna ava vexwarinê jiyana xwe ji dest dan. -
Li Amûdê şîna Mam Celal tê girtin
Li Amûdê gel û hemû sazî diçine ser Konê Şînê yê Mam Celal. Her kes xwediyê kon e û her kes sersaxiyê ji hev re dixwazin. Ji her devera herêma Cizîrê gel berê xwe dide vî konî. -
Nasnameya 4 şehîdên Pêngava Bagera Cizîrê hate eşkerekirin
Nasnameya 4 şervanên di navbera 25'ê Îlonê û 2'ê Cotmehê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, hate eşkerekirin. -
65 sivîl li Reqayê hatin rizgarkirin
Li Reqayê di şer de 7 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û 65 sivîl hatin rizgarkirin. -
Bager Cizîrê: 16 gundik hatin rizgarkirin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi 10 kîlometreyên din bi pêş ve çûn û 10 gundik rizgar kirin. Di şer de 17 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. -
Cenazeyên 3 şehîdên Reqayê li Tebqa hatin veşartin
Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyên 3 şervanên azadiyê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Li Reqayê li derdorî standê şerê dijwar diqewimin
Li Reqayê li derdorî standa Reş di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar diqewimin. -
Koçberên ji Dêra Zorê direvin xwe dispêrin QSD’ê
Nêzî hezar koçberên ji ber zilm û zordariya çeteyên DAIŞ’ê ji Dêra Zorê direvin, gihiştin herêmên bi ewle yên di bin parastina şervanên QSD’ê de. -
Li Reqayê 'serdema lehengiyê' hê neqediya ye
Brûsk dibêje, "Li Reqayê xwîna gelek mirovên bê guneh rijiya û ev 4 meh in bi xwîna lehengan tê avdan. Ez ji Minbicê me lê êdî parçeyekî min li Reqayê ye. Li çar hêlên vî welatî me parçeyekî xwe hişt, êdî bi xwînê em bi vî welatî ve hatin girêdan."