Çete ji ber baca deriyê sînor li hev ketin: 4 mirî

Li navbera çeteyên Cephet El Şamiye û Sûltan Mûrad ji ber lihevnekirina bacê li devera deriyê sînor ê Bakurê Helebê şer derket. Di şer de 4 çete mirin.

Di sala 2012’an de bi fermana Tirkiyeyê çeteyên girêdayî El-Cebhe El-Şamiyê ku serweriya xwe li ser deriyê sînorê Bab El-Selamê ferz kiribû, radestî Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozîsyona Sûriyeyê kir. Lê eva dawî jî ji aliyê xwe ve deriyê sînor radestî Tugaya Sûltan Mûrad kir. Di encamê de El-Cebhe El-Şamiyê jî bendeke xwe li ser riya deriyê sînor ava kir. Ji ber mezinbûna nakokiyên di navbera herdu aliyan de, nemaze yên girêdayî para bacê ku ji deriyê sînor werdigirin, îro di navbera çeteyan de şerê giran derketin.

Di şerê îro de diyar bû ku çeteyên Cebhe El-Şamiyê li ser devera sînor serwer in.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyekî pê bawer ji deverên kantona Şehba, çeteyên Sûltan Mûrad xwestin ku serweriya xwe li ser giştî deriyê sînor bikin, ji ber ku miqdareke mezin ji pereyan di encama bace û xiracê ku li ser welatiyan ferz dikin werdigirin.

Li gorî agahiyan, çeteyên Sûltan Mûrad ji çeteyên El-Cebhe El-Şamiyê para xwe ya bacê xwestine, lê diyar e ya dawî razî nebûye û di encamê de şer di navbera wan de rû dan. Li gorî çavkaniyan di encama şer de 3 çeteyên Cebhe El-Şamiyê û çeteyekî Sûltan Mûrad hatine kuştin.

Ji ber van nakokiyan bazirganiya bi rêya deriyê sînorê Bab El-Selamê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hate rawestandin. Çeteyên Sûltan Muûrad û Tabûra El-Hemzê ji bo kamyonên ji deriyên sînor tên derbas bikin, li derdora gundên Um Celûd û El-Hemran ên li nêzî deriyê sînor belav bûne.

Hêjayî gotinê ye, deriyê sînorê Bab El-Selamê rêya sereke ya di navbera bakurê Helebê û Tirkiyeyê de ye. Niha jî deriyê sînor di bin dagirkeriya komên çete de ye. Derî 5 km dikeve bakur bajarê Ezazê.