Qetlîama li Dêra Zorê: Hejmara kuştî û birîndaran zêde bûn

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya Xurafî ya di navbera Dêra Zor û Hesekê de qetlîamak pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên qetlîamê her diçe zêdetir dibe.

Şevê di saet di 18.30′an çeteyên DAIŞ’ê bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî sivîlên ku li ser Xurafî ya dikeve di navbera Dêrazorê û Hesekê de kir. Di encama teqandina wesayîtên bombebarkirî de heta niha 14 kesan jiyana xwe ji dest dane û 73 sivîl jî birîndar bûne.

 Li gorî agahiyên ji berpirsên nexweşxaneyê yên li Nexweşxaneya Wetanî ya bajarê Hesekê hate girtin, 73 kes birîndar bûne û piranî jin û zarok 14 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyê din nasnameya 4 kesên ku di qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane jî eşkere bû. Nasnameya qûrbaniyan wiha ne: Lara Ebûd Derwîş (24), Sûzan Ebûd Derwîş  (22) û Silav Ebûd Derwîş (19) yên xwişkên hev  û Mihemed Helûş Sedûn (45).”

Xebatkarên tenduristiyê destnîşankirin ku rewşa piraniya birîndaran baş e, rewşa hinek birîndaran giran in û di beşa lezgîn û bin çavdêriyê de ne.

Di teqîna duh de nûçegihana ANAH’yê Dilîşan Îbîş şehîd bibû, nûçegihan Rizgar Deniz û Hogir Mihemed jî birîndar bibûn.

Rizgar Deniz û Hogir Mihemed  li nexweşxaneyê tên dermankirin.