Sekn lê nabe, karê wî rizgarkirina hevrêyên xwe ye

Ramazan Mûhammed, li Kobanê êşeke gelekî giran kişand. Mala wî, karê wî, hevalên wî ji dest çûn. Ev saleke li eniya Reqayê ambûlansê diajo.

Ji bo rizgarkirina Reqayê demeke kin maye. Êdî saet tên jimartin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), mal bi mal bajêr ji çeteyên DAIŞ'ê paqij dike û sivîlan dibe herêmên ewle. Me heta niha li Reqayê timî qala pêngavê û şer kir. Em nihekî bala xwe bidin ser eniya paş.

Yek ji lehengên têkoşîna azadiyê ku nayên dîtin Ramazan Mûhammed e. Piştî Kobanê û Eyn Îsa, Mûhammed niha li eniya Reqayê ambûlansê diajo. Karê wî gelekî zor e; mudaxleya destpêkê li birîndaran dike û bi lezgînî wan digihîne nexweşxaneyê.

Ramazan Mûhammed ji Kobanê ye, 37 salî ye. Rojên gelekî giran û bi êş dît li Kobanê; mala xwe, karê xwe, hevalên xwe ji dest da. Li Kobanê tevlî nava refên YPG'ê bû û bû parçeyek ji şoreşê.

Em pê re li ser jiyana li eniya Reqayê axivîn.

Beriya ku hûn tevlî nava refên YPG'ê bibin, we çi dikir?

Ez cotkar bûm, bi karê çandiniyê min debara malbata xwe dikir. Gelekî dixebitîm. Emrê min li nava zevî û bexçeyan derbas bû. Hilberîna ji axê, xwedîderketina li xwezayê û xwedîkirina mirovan ji xwezayê, jiyana min e.

Hûn çima tevlî nava refên YPG'ê bûn?

Dema ku DAIŞ'ê dest bi êrîşê kir, em gelekî tirsiya bûn. Êrîşî bajarê ku lê ji dayik bûm û lê mezin bûm, kirin. Malên me xera kirin, em neçar hiştin ku koç bikin. YPG ji bo min bû hêvî. Demeke kin beriya rizgarkirina bajarê me, min biryar da tevlî nava refên YPG'ê bibim. Ji ber ku hêviya min gelekî zêde bû. Hem bajarê me, hem jî wê Rojava ji DAIŞ'ê bihata paqijkirin. Min jî xwest cihê xwe di nava vê şoreşê de bigirim.

Di nava YPG'ê de we cihê xwe di nava kîjan wezîfeyan de girtin?

Bi giranî ez bi karê lojîstîkê rabûm. Li ku derê pêwîstî pê hebûya, min xwarin, vexwarin, alîkariya lojîstîk digihand wê derê. Min cihê xwe di nava pêngavên Kobanê, Eyn Îsa de girt. Ji destpêka pêngava Reqayê û vir ve ez ambûlansê diajom.

Hûn Kurdekî ji Rojava ne û niha li erdê Ereban tevî şervanên Ereb li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Hesteke çawa ye?

Ez xwişk û birayên me yên Ereb ên li eniyê, ji xwe cuda nabînim. Ew jî mîna me şer dikin, canê xwe ji dest didin, kedê didin. Em bi hev re ji bo mirovahiyê şer dikin. Di vê têkoşînê de keda her kesî weke hev e. Ya rast, tiştekî gelekî watedar e ku em li gel hevrêyên xwe yên Ereb li Reqayê şer dikin. Ev yek di heman demê de bersivek li êrîşên gengaz ên ji derve ye. Eger li vê erdnîgariyê gel bi hev re tevbigerin, wê aramî bê. Hêzên YPG û QSD'ê gelekî xweş pêşengiyê ji vê re dikin. Li vê derê em li heman çeperê bi hev re heta mirinê têdikoşin. Bi dîtina min, hêzên derve herî zêde ji vê yekîtiya me ditirse. Lewma yekîtiya me ya li vir gelekî watedar e.

Di pêngava Reqayê de herî zêde çi tehde li we kir?

Di nava pêngavê de gelek dostaniyên me çêbûn. Tiştek şûna dostaniya li eniyê nagire. Me nanê xwe bi hev re parve kir, bi hev re em ji mirinê rizgar bûn. Em jiyana xwe ji dil par ve dikin. Dema ku hevalên birîndar dibînim, hewl didim wan bigihînim nexweşxaneyê. Gava şehîd dibin, gelekî pê diêşim.

Her rojeke min a li vê derê serpêhatiyek e. Yek ji dostên min ê gelekî nêz, di rojên destpêkê yên Pêngava Reqayê de ji serê xwe birîndar bûbû. Dema ku ew anîn nuqteya alîkariya lezgîn, gelekî xwîn jê çûbû. Ya rast, şehîd ketibû. Min nedixwest bawer bikim û min ji wan xwest ku betaniyê vekin û nîşanî min bidin. Dema ku betanî vekirin, min ew rewşa gelekî giran û dilşewat dît. Çavên wî yên timî dikeniyan, vê carê di nava xwînê de mabûn. Ez ê wê kêliya ku min ew bi wî rengî dît, ti carî ji bîr nekim.

Di rêya rizgarkirina birîndaran de, her gavê hûn dikarin bibin hedef, dikarin bikevin kemînê. Hûn dikarin ji me re qala vê rêwîtiya zehmet bikin?

Rêwîtiya me zehmet û xetere ye. Mînak; divê em di rêyên sereke de neçin, lazim e em di rêyên navberê de biçin. Bi şev jî dijimin dikare êrîş bike û kemînan deyne ser rê. Li vê erdnîgariyê rêyeke xweş nîne. Carna di rêya ji axê de, carna jî ji girikan em neçarin zû wesayitê biajon û birîndar bigihînin nexweşxaneyê. Em timî di nava stresê de ne. Ji bo me ya girîng ew e ku hevalên xwe yên birîndar bigihînin nexweşxaneyê. Belê rê û rêwîtî gelekî bi rîsk e, lê belê ji bo rizgarkirina hevalên xwe çi ji destê me tên em dikin.

Hûn birîndarên ji eniya Reqayê dibin kîjan nexweşxaneyan?

Piştî ku mudaxleya destpêkê li eniyê hate kirin, em birîndaran dibin nexweşxaneyên li Kobanê, Hesekê, Girê Spî û Qamişloyê. Rêya herî dirêj û ya herî xetere, rêya Hesekê ye. Çûn û veger 5 saet e. Di rêya vegerê de divê em bilezînin û bi baldarî tevbigerin. Ji ber ku bi têrkerî ambûlansên me nînin, dibe ku birîndarek li hêviya me be. Lewma kêliyeke me jî nîne ku em bisekinin. Li vir jî derfet gelekî kêm in.

Çavên bi hezaran Kurdên li Ewropayê li vê derê ye. Ji eniya Reqayê hûn dixwazin çi ji wan re bêjin?

Me li vir şer êdî qedand, me canê xwe, xwîna xwe da û li hemberî DAIŞ'ê em bi ser ket. Ji niha û pê ve ne ji bo şer, lê ji bo jiyana civakî têkoşîn û destekeke mezin divê. Banga min li hemû Kurdên li Ewropayê ew e, ku destên xwe yên alîkariyê dirêjî me bikin. Pêwîste em bajarên xwe ji nû ve ava bikin. Bi hezaran mirovên ku xaniyên wan xera bûne hene. Ji bo zarokan û ji bo nexweşxaneyan pêwîstiya me bi alîkariyê heye. Her alîkariya ku ew bikin, ji bo me gelekî girîng e.

EREM KANSOY / YENÎ OZGUR POLÎTÎKA