‘Em ê bi pênûsa Dilîşan têkoşînê û bi vîna wê li ber xwe bidin’

Ajansa Nûçeyan a ANHA'yê, ji bo nûçegihana xwe Dilîşan Îbiş a li Dêra Zorê hate qetilkirin peyamek şand.

Peyama ANHA’yê wiha ye:

“Nûçegîhanên me Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed Pêngava Bagera Cizîrê dişopandin. Şopandina berxwedaniya şervanan, rizgarkirina sivîlên bi salan rûbirûyî zilma çeteyên DAIŞ′ê hatine û pêşveçûnên pêngavê, ji bo xwe weke erkekî didîtin.

Duh bi dehan sivîl ji herêmên Dêra Zorê yên di bin serweriya rêjîma Baas de hatin rizgrakirin û  li herêmên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatine rizgarkirin bi cih bûn. Hersê nûçegîhanên me jî ji bo şopandina rewşa sivîlan berê xwe dan qada ku sivîl lê hatine bicihkirin.

Şevê din saet di 18.30′an de çeteyên DAIŞ′ê bi awayekî hovane êrîşî sivîlan kirin û komkujiyek pêk anîn. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Rêhevalên me Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz (Adanmış)  û Hogir Mihemed jî di nava komkujiyê de bûn. Hevrê Dilîşan şehîd bû, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed jî birîndar bûn.

Hevrê Dilîşan sala 2014′an berî ku berxwedaniya Kobanê dest pê bike û Kobanê ji her çar aliyan de ketibû dorpêçê de, tevlî xebatên ragihandinê bû. Yek ji xemla radyoya ″Dengê Kobanê″ hevrê Dilîşan Îbiş bû. Di berxwedaniyê de jî ji bo dengê radyoyê qut nebe li kêleka şervanên YPJ/YPG′ê li ber xwe dida û xebata xwe didomand. Çeteyên DAIŞ′ê bi tangan êrîşî cihê radyoyê kirin, lê tevî vê yekê dîsa jî nikarîbûn dengê wan qut bikin. Hevrê Dilîşan û hevalên wê yên radyo weşana xwe berdewam kirin.

Dilîşan Îbiş ne tenê bi dengê xwe şoreşa Rojava şopand, êdî bi pênûsa xwe jî dişopand. Pêngava rizgarkirina xaka Kobanê, Minbic, Reqa şopand û herî dawî jî di şopandina Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bû.

Her sê nûçegîhanên me Dilîşan Îbiş, Rizgar Denîz û Hogir Mihemed bi têkoşîna avakirina sîstema demokratîk bawer bûn û bûn dengê heqîqetê.

Em soz didin hevrê Dilîşan û hemû şehîdên çapemeniya azad ku em ê têkoşîna wan bidomînin û her dem bibin zimanê heqîqetê.

Em weke Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) sersaxiyê ji malbata nûçegîhana xwe Dilîşan û malbata hemû şehîdên komkujiyê re dixwazin û ji hemû birîndaran re jî şîfa dixwazin.