Cenazeyên Dilîşan û hevalên wê li Kobanê hatin veşartin

Goristana Şehîd Dîcle ya bajarê Kobanê cenazeyên rojnamevan Dilîşan Îbiş û du têkoşerên azadiyê hembêz kirin. Her wiha nasnameyên du cangoriyan hatin eşkerekirin.  

Bi hezaran gelê herêma Firatê li goristana Şehîd Dîcle ya dikeve başûrê bajarê Kobanê kom bûn û beşdarî merasîma oxirkirina nûçegihana ANHA′yê Dilîşan Îbiş, şervanê QSD′ê Umran Îsa (Filestînî) û şervanê YPG′ê Edhem Şêxo (Alan Ararat) bûn.

Di merasîma oxirkirinê de bi dehan rojnamevanên ji dezgehên cuda yên çapemeniyê yên herêmên Firatê û Cizîrê, her wiha Endamên saziyên Kantona Kobanê amade bûn.

Li goristanê veşartin bi merasîmeke leşkerî ji aliyê bi dehan şervanên Erka Xweparastinê ve dest pê kir.

Piştre Fermandara YPG/YPJ′ê Fîdan Kobanê axivî û di destpêka axaftina xwe de soza domandina têkoşînê da. Fîdan wiha domand: ″Em bejna xwe li hember şehîd Dilîşan ditewînin a ku bi kameraya xwe hemleyên rizgarkirina Reqayê  û Dêrazorê dişopand. Em soz didin ku em ê tola wê hilînin û hêviyên wê pêk bînin.″ 

Bi navê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Rîfayî jî soza şopandina riya şehîdan da, biratiya gelan û têkoşîna şervanên QSD/YPG/YPJ′ê û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê silav kir.

Piştre Endama Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Azad Stêrk Gulo jî  axivî û sersaxî ji malbata Dilîşan û hevalên wê re xwest. Stêrk wiha got: ″Dilîşan Îbiş di qadên berxwedanê de her di çeperên pêş de li gel şervanên azadiyê cih digirt, bi pênûs û kameraya xwe rastî ji tevahî cîhanê re radigihand.″

Stêrk di dawiya axaftina xwe de soz da malbata şehîd Dilîşan ku ew ê ji cihê ku nûçegihanê televizyona Ronahî şehîd Mustefa lê hatiye oxirkirin ku ew pênûs û kamera Dilîşan li erdê nahêlin″

Piştre jî Endamê Desteya Siyasî ya MSD′ê Zûhat Kobanê jî diyar kir ku ew deyîndarên cangoriyên azadiyê ne û wiha axivî: ″Divê em negirîn û xemgîn nebin, divê biryara serketinê bidin û ber bi azadiyê ve gavê biavêjin.″   

Zûhat di dawiyê de anî ziman ku wê bi dehan rojnamevan kamera Dilîşan rakin û bi dehan şervanên YPG/YPJ/QSD′ê şopdarên riya hevalên xwe bin.

Piştî axaftinan, nasnameyên rojnamevan Dilîşan Îbiş, şervanê QSD′ê Umran Îsa (Filestînî) û şervanê YPG′ê Edhem Şêxo (Alan Ararat) hatin xwendin. Her wiha nasnameyên gerîlaya HPG′ê Ronahî Stêrk û şervanê YPG′ê Rustem Cûdî jî hatin eşkerekirin. Nasname rastî malbatên cangoriyan hatin kirin.

Di dawiyê de cenazeyên hers ê têkoşeran li goristanê hatin veşartin.